1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jamel Debbouze bi wêneyê Ocalan derket ser dikê
Jamel Debbouze bi wêneyê Ocalan derket ser dikê,jamel,debbouze,bi,wêneyê,ocalan,derket,ser,dikê

Jamel Debbouze bi wêneyê Ocalan derket ser dikê

A+ A-

PARÎS - ANF Aktorê navdar, produktor û komedyen ê Fransî Jamel Debbouze ku bi eslê xwe Fasî ye, di Fele de l'Humanite (Cejna Mirovahiyê) derket ser dikê. Debbouze, flamayeke li ser wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû, li ser dikê li ba da.

Di şahiyên Fete I'Humanite yên her sal ji aliyê rojnameya komunîst a Fransî Humanite ve tê organîzekirin, îsal jî Kurd bi awayekî aktîf tê de cih girtin.

Di çalakiyan de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek îmze hatin berhevkirin û navê sê şoreşgerên Kurd ên jin ên 9'ê Çileyê li Parîsê hatin kuştin, li qadeke fireh a banliyoya La Courneuve ya Parîsê ku çalakî lê hat lidarxistin, hat kirin.

Di cejna Humanite de, komedyenê navdar Jamel Debbouze jî derket ser dikê. Aktorê navdar ê Fransî Debbouze ku di çalakiya girtinê de bi qasî du saetan şov kir, li pêşberî deh hezaran beşdaran got, "Berê niha, min li vê derê di stantê de cih digirt. Niha jî li ser dikeke mezin im. Gelek spas, gelek spas, spas."

Debbouze ji ser hesabê xwe yê Twitterê jî got, "Spas dikim Fete de l'Huma..Ev pêşandana min a dawî bû! Min nekarîbû ji vê çêtir biqedînim!"

Komedyen li ser dika mezin, flamayeke li ser wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû li ba da.

Debbouze di Festîvala Fîlman a Cannes a 2006'an de bi fîlmê bi navê Indigenes'ê xelata Aktorê Herî Baş wergirt û du caran jî bûbû namzetê Xelatên Cesar.