Japonya naxwaze bi paşeroja xwe ya qirêj re rûbirû bibe
TOKYO 27.04.2014 07:23:25 Japonya, naxwaza sîstema xwe ya koledariya seksê qebûl bike, ku di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de li dijî jinên li welatên dagir kiribû, pêk dianî. Hikûmeta Japonay bi vê helwesta xwe ya dûrî lihevkirinê re, nikare birîna dîrokî ya bi welatên cîran ê lê berpirsyariya xwe heye, bipêç e.
Di dema serdana Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama ya li Japonya de, sîstema koledariya seksê ya li dijî jinên li welatên Japonyayê di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de dagirkiribû pêk dianî, hatibû rojevê. Artêşa Japon, li Kore û Çînê ku xistibû bin dagirkeriya xwe, piraniya wan zarok bi hezaran jinên ciwan weke koleyan pêşkêşî leşkeran kiribû.
Barack Obama di serdana xwe ya li Koreya Başûr de ku piştî Japonyayê çû wir, bal kişand ser vê travmayê û vê yekê hikûmeta Japon aciz kir. Obama got, "Ev yek binpêkirina mafên mirovan bi awayekî hovane û cinawirî ye. Ev jin, di şert û mercên şer de jî bi şêweyekî matmayî hatine îstîsmarkirin."
Hikûmeta Japon jî di daxuyaniya xwe e got, "Divê ev mesele nebe mijareke siyasetê yan jî dîplomasiyê." Berdevkê hikûmetê Katsunobu Kato bi tenê got ku ew jî ji ber bûyerên di dema şer de qewimîne, xemgîn in.
TÊ TEXMÎNKIRIN KU BI HEZARAN MALÊN FÛHÛŞÊ HATINE ÇÊKIRIN
Japonya beriya destpêkirina Duyemîn Şerê Cîhanê di sala 1937'an de dest bi dagirkirina welatên derdorê kiribû. Li Kore, Fîlîpînan, Endonezya, Bîrmanya, Sîngapûr, Hîndîçînî û herêma Mançûrya ya Çînê ku heta sala 1945'an di bin dagirkeriya Japonyayê de bûn, tevî zarokan bi zorê bi gelek jinên ciwan fûhûş hatibû kirin. Bi bahaneya ku leşkerên artêşa Japon li herêmê hatine dagirkirin tevli bûyerên destavêtinê nebin, li gorî sîstema koledariya seksê, tê texmînkirin ku bi giştî 2 hezar malên fûhûşê hatine çêkirin.
Piraniya jinên li van deveran hatin bikaranîn ji aliyê polîsê leşkerî yê Japon (Kenpeitai) ve bi sedema ku pêwistiya karkeran li febrîqeyan heye, dihatin xapandin. Piştî ku derewên wan derket holê artêşa Japonya gelek jin revand û li van deveran da xebitandin. Ji bilî welatên hatin dagirkirin, artêşê yekser berê xwe da keçên Japon û bi bahaneya "alîkarîdayîna artêşa şer dike" keçên ciwan dixapand.