Ji 31 endaman 20 endam girtî ne
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji 31 endamên meclîsa Şaredariyê ku 29 endamên meclîsê BDP'î ne 20 endam ji doza KCK'ê girtî ne. Ji ber 20 endamên meclîsê girtî ne, tenê 9 endamên meclîsê xizmeta navçeya ku nifûsa wê nêzî 200 hezar kesan e dike. Wekîla Şaredarê Qoserê Şerife Alp, diyar kir ku hikûmet dixwaze bi girtinê şaredariyê ji destê wan derxe û desteser bike.
Piştî li herêmê DTP-BDP'ê di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an de 99 şaredarî girt û li herêmê serkeftinek mezin bi dest xist, hikûmeta AKP'ê bi rêya darazê di 14'ê Nîsana 2009'an de li dijî hilbijêr û siyasetmedarên kurd, di bin navê doza KCK'ê de operasyon da dastpêkirin. Ji 14'ê Nîsane heta niha 16 şaredar 6 parlementer û bi hezaran siyasetmedaren kurd hatin girtin. Ji operasyonên di bin navê KCK'ê de herî zêde Şirnex, Colemêrg û qoserê para xwe girt. Li navçeya Qoserê ku nifûsa wê nêzî 200 hezar kesan e û meclîsa wê ji 31 endaman pêk tê, jê 29 endamên meclîsê BDP'î ne û jê 20 endamên meclîsê ji doza KCK'ê girtî ne. Li navçeya Qoserê di hilbijartina 29'ê Adardê de DTP-BDP'ê ji sedî 78 deng girt û rekora dengan şikand. Piştî BDP hate girtin şaredarî derbasî BDP’ê bû. Piştî ku Şaredarê Qoserê Ferhan Turk hate girtin heta niha ji 29 endamên meclîsê yên BDP'î 20 endamên meclisê hatin girtin û şaredarî niha bi 9 endamên BDP'ê û 2 endamên AKP' xizmetê dide.
Herî dawî di 13'ê çile de li 17 bajran pêk hat û li Qoserê jî hemû alav û amûrên şeradariyê, bilgisayar, hardîst û belgeyên wan hatin desteserkirin. Lê li gel vê yekê dîsa bêyî ku kêmasî çêbibe xistema xwe berdewam dike.
'Hûn me bikujin û bigirin jî em dê xizmeta xwe berdewam bikin'
Li ser rewşa heyî Wekîla Şaredarê Qoserê Şerife Alp, diyar kir ku ji ber ew xizmetên serkeftî dimeşînin, hikûmeta AKP'ê ve yekê tehamul nake û dixwaze bi rêbaza girtin û binçavkirinê şaredariyê ji deste wan derxe. Alp, destnişan kir ku ji ber her roj her roj operasyon pêk tên fikara ku ew jî bên girtin heye, lê belê ku ji ger gel li şaredariyê xwedi derdikeve, dê şardariyê bi destê AKP'ê de bernedin. Alp, destnîşan kir ku piştî wan dilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xist operasyona li dijî şaredariyan dest pê kir û wiha berdewam kir: "Bi Operasyona li dijî şaredaran re Şaredarê me Ferhan Turk hate girtin, pişt re di operasoyên din ku heta niha didome de ji 29 endamên me yên meclîsê de 20 hevalên me hatin girtin. Helwest û feraseta hikûmetê ya rêveberiya herêmî û demokrasiyê ev e. Em dê li gel hemû astengiyan xizmeta xwe berdewam bikin. Em şaredariyê bi destêtu kesên din de bernadin. "
Alp, destnîşan kir ku ew her çend bên girtin jî dê li şûna girtiyan kesên cigir bi cih bikin û xizmeta xwe ji berê bêtir berdewam bikin. Alp, da zanîn ku hevalên wan bên girtin jî dê ji berê bêtir û xurtir xebatên xwe bimeşînn û bidomînin. Alp, da zanîn ku ew dê destûr nedin ku qeymeqam mudaxale bikin û şaredariyê bi destê wan de bernedin.
(mae)