1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji 3 birîndarên anîn Rihayê yek jê jiyana xwe ji dest da
Ji 3 birîndarên anîn Rihayê yek jê jiyana xwe ji dest da,ji,3,birîndarên,anîn,rihayê,yek,jê,jiyana,xwe,ji,dest,da

Ji 3 birîndarên anîn Rihayê yek jê jiyana xwe ji dest da

A+ A-

RIHA (DÎHA) - 3 welatiyên ku birîndar bûbûn ji bo dermankirinê anîn Rihayê. Ji sê birîndaran Mahmud Şêxo jiyana xwe ji dest da.

Şerê di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê derketiye ev 13 roj in didome. Welatiyên bi navê Mahmud Şêxo (18), Fadil Şêxo (11) û Leyla Îbrahîm (19) ên ku di şer de birîndar bûn ji bo dermankirinê ji Deriyê Serxetê re anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Ligel hemû hewldanan jî Mahmaud Şêxo jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku rewşa Fadil Şêxo jî xedar e. Hate zanîn ku ji bo otopsiyê cenazeyê Mahmud Şêxo dê bibin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî otopsiyê ji bo definkirinê bibin Kobanê.

Her wiha 2 birîndarên bi navê Mustafa Mustafa (20) û Azad Mezî (22) şevê din ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê û li wir tên dermankirin.

(wk)