1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Ji 460 serlêdanên girtiyên nexweş 417 serlêdan hatin redkirin"
"Ji 460 serlêdanên girtiyên nexweş 417 serlêdan hatin redkirin",ji,460,serlêdanên,girtiyên,nexweş,417,serlêdan,hatin,redkirin

"Ji 460 serlêdanên girtiyên nexweş 417 serlêdan hatin redkirin"

A+ A-

08:51 11.01.2014 1 / 4 EVRÎM KEPENEK/SEVDÎYE ERGURBUZ

STENBOL (DÎHA) - Berdevkê Komîsyona Edalet û Mafên Mirovan a HDP'ê Akin Bîrdal, diyar kir ku ji bo rewşa girtiyên nexweş bînin ziman û parve bikin ji Wezîrê Dadê û Serokomar Abdullah Gul randevû xwestine, lê heta niha tu bersîv negirtine. Birdal, anî ziman ku wan dema daxwaza hevdîtinê kir, hevdîtinên butçeyê dihatin kirin û piştre nelirêtiya 17'ê kanûnê derket holê. Bîrdal, da zanîn ku ev bûyer derketin pêş rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Mafê jiyanê ji butçeyê bêtir pîroztir e. Serokomar Gul divê êdî têkeve tevgerê û girtiyên nexweş temaşe neke."

Di sala 2013'an de li gorî daneyên Wezareta Dadê 140 hezar û 520 kes girtî ne. Di 7 salên dawî de hêjmara girtiyan 2,5 qat zêde bkû. 14 girtiyên nexweş hêj li benda raporê bûn jiyana xwe ji dest dan. Saziya Tipa Edlî ji 10 girtiyên nexweş tenê raporê dide girtiyekî 460 girtiyên nexweş ji bo raporê serî li Wezareta Dadê û Dozgeriya Înfazê dan. Serlêdana 417 kesan hat redkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), heta 3'ê Mijdara 2013'an 162' girtiyên nexweşiya giran û bi tevahî 544 girtiyên nexweş hene. Yek ji saziyên ku rewşa girtiyên nexweş dişopîne û li mafê wan digere Komîsyona Edalet û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye.

'Gelo butçeya şer ji mafê jiyanê girîngtir e?

Komîsyona ku ji parazvanên mafên mirovan û hunermend Julide Kural, Mert Fırat û nivîskar Huda Kaya pêk tê xwestin ewil ji bo girtiyên nexweş bên bên dermankirin û bên berdan gavan bavêjin. Komîsyona hat avakirin ji bo girtî bên berdan xwestin hevdîtinê bi Serokomarê Tirkiyeyê u Wezîrê Dadê re hevdîtin pêk bînin. Lê ev daxwaza ket ber niqaş û geşedanên nelirêtî û diziya 17'ê Kanûnê. Hêj tu bersîv jî nehatiye dayîn. Bersevkê Komîsyonê Akin Birdal, ani zima nku her meh ji girtîgehan darbest ji girtîgehan derdikevin û wiha got: "Divê di her şet û mercî de dewlet mafê girtiyan biparêze û liwan xwedî derkevin. Divê ji bo hemû girtiyên nexweş di serî de Serokomar, Meclisa Tirkiyeyê û hikûmet têkeve nava tevgerê. Serokomar Abdullah Gul, tenê temaşe dike. Divê êdî têkeve nava tevgerê. Ma gelo butçeya ji bo şer ji mafê jiyanê bêtir girîntir e."

'Gava yekemîn a aştiyê bi berdana girtiyên nexweş dest pê dike'

Bîrdal, bal kiyand ser darizandina bersucên ji doza Ergenekon û Balyozê tên darizandin û wiha got: "Ji bo aştiya civakî pêk bê divê berî her tiştî girtiyên nexweş bên berdan. Divê berî her kesî dengê girtiyan bê bihîstin. Ji ber ku di darazê de rizandin heye û çareseri pêk nayê. Hikûmet li hemberî girtiyên nexweş helwestek dijminantî nîşan dide. Niha daraz û siyaset ketiye nava hev. Ji ber vê rewşa darazê çareserî pêk nayê. Ji ber ku daraz riziya ye êdî çareserî pêk nayê. Pirsgirêka kurd de bi xweseriya demokratîk pêk bê. Divê meclis bi lezgîn komisyona girtiyên nexweş ava bike.

Bîrdal, anî ziman ku wan ji bo rewşa girtiyên nexweş bîne ziman û çareser bike serî li Wezareta Dadê û Serokmora dane, lê heta niha tu bersîv negirtine. Bîrdal, xwest saziyên sivîl ên civakî ji zorê li meclisê bikin da ku komîsyona lêkolînê bê avakirin û

Bîrdal, da zanîn ku li gorî hêjmara 5275'an a Înfazê fikra 3'an a xala 16'an lazime girtî ne tenê ji nexweşxaneyê ku Wezareta Dadê diyar dike, divê girtiyên nexweş karibin ji her nexweşwaneyê rapor bistînin.

Bîrdal, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê li Metrisê Ramazan Ozalp û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gel ku Ozalp nikare bi serê xwe bimîne û rapor ji saziya Tipa Edlî wergirtiye ji dîsa nehat berdan. Divê zagona hêjmar 5275 a ku girtiyên siyasî û edlî ji hev cuda dike bê rakirin.

(mae)