Ji 5000 salan gihaştiye îroj..
Hunereke ku ji 5000 salan gihaştiye îroj: Têlkarî
Hunera têlkariyê ku digel teknolojiyê xwe daye jiyandin, hîn jî camekanên kargehan dixemilîne. Yûsûf Karadayi yê ku yek ji hostayên ji bo jiyandina hunera têlkariyê xwedî ked e, diyar dike ku digel gelek xişr di makîneyan were çêkirin jî ew karên xwe bi destan dikin.
Hunera têlkariyê ku xwedî dîrokekî 5000 hezar salan e, di gel pêşketina têknolojiyê li ber xwe dide. Xişirfiroş Yûsûf Karadayiyê Keldanî diyar kir ku wî hunera têlkariyê ji hosteyê xwe yê Suryanî hîn bûye û 43 sal e vî karî dike. Karadayî anî ziman ku li Sûka Xişirfiroşên Kevn a Amedê perwerdehiya têlkariyê dide xwendekaran û hunerê nîşanî nifşên nû dike. Têlkarî tê wateya hunera nexşkirina têlên zêr û zîvan. Zêr an jî zîv piştî ku tê helandin, wekî têlên zirav dirijînin qaliban û piştre wan têlan bi riya tewandinê motîf tên çêkirin.
'Hunerekî 5000 salî'
Şêwaza têlkariyê tê gotin ku ji B.Z. 3000 sal û pê ve li Mezopotamya, ji B.Z. 2500 sal berê û pê ve jî li Anatolyayê tê bikaranîn. Her wiha tê zanîn ku hunera têlkariyê bi destê hostayên Ermenî û Suryanî heta îro gihaştiye. Di hunera têlkariyê de her çiqas têl zirav bin, tê wê wateyî ku xişrê were çêkirin jî ewqas hêja dibe. Hilberînên ji destê hostayên ku hunera têlkariyê ji mêjûyê dewr girtine, hîn jî camekanên kargehan dixemilînin. Hunera têlkariyê jî wekî hunerên din ji ber pêşketina têknolojiyê û endustrîbûna sektora xişirfiroşiyê ji bo xwe bide jiyandin li ber xwe dide. Bi vê berxwedanê hunera têlkariyê xwe ligel têknolojiyê xwe dide jiyandin.
'Hostayê min niha li Kanadayê ye'
Hostayê têlkariyê Yûsûf Karadayiyê Keldanî hunera têlkariyê ku 43 sal berê ji hostayê xwe Enver Yuruk ê Suryanî hîn bibû, neqlî pêşerojê dike. Karadayi diyar kir ku dema 7 salî bû di demên ku ji çûyîna dibistanê aciz dibû diçû cem hostayê xwe û wiha got: "Min ev karî ji hostayekî Suryanî hîn bûm. Hostayê min niha li Kanadayê dijî. Dema li vir bû ez û birayê xwe li cem wî hunerê hîn dibûn. Her du birayên min jî niha li Mêrsînê vî karî dike."
'Dê hunera me nemire'
Karadayî anî ziman ku guhar, gustîlk û kolyeyên bimirarî û bikîşîş çêdikin û ligel gelek xişr bi makîneyan were çêkirin jî ew karên xwe bi destan dikin.Karadayi wiha got: "Me heta niha 15 esnaf perwerde kirine. Niha kargehên wan esnafan heye û vî karî dikin. Hunera me hunerekî nemir e, hunerekî pir baş e."
(ab)