1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji 5 çîrokan têbiniyên wêneyan
Ji 5 çîrokan têbiniyên wêneyan,ji,5,çîrokan,têbiniyên,wêneyan

Ji 5 çîrokan têbiniyên wêneyan

A+ A-

Pêşengeha "Têbiniyên Wêneyan" ku ji wêneyên 5 çîrokên ji aliyê 5 wênekêjên çapemeniyê ve hatine kişandin, hate pêşandan.

Akademiya Wêneyan a Wênexaneya Galata, ji sala 2009'an heta niha Bernameya Wênekêşiya Çapemeniyê pêk tîne. Akademiya Wêneyan di dema dawî de berhemên beştarên wênekêşiyê kirin pêşengeh û dan pêşandan. Piştî xebamtê pêşengeha "Têbiniyên Wêneyan" ku ji wêneyên 5 çîrokên ji aliyê 5 wênekêjên çapemeniyê ve hatine kişandin, li Galeriya Vakfa Wêneyan hate pêşandan. Ji Wênekêşan Alper Erbahçeci û Salîh Mulayim, şopa bajarê Stenbolê û şopa Veguhestina Bajarvaniya Stenbolê yên Ava Reş a di navbera Yedikule û Ayvansaray û û Fikirtepe kişandin û dan pêşandan. Dîsa Sedef Ozge çîroka faytoncuyan da dest u têkiliya mirov û sewalan da dest. Dîsa wêneyên Jivan Guner ku li Rihayê li ser jiyana koçeriyê kişandiye hate pêşandan. Bariş Turan Kaplanoglu, jî wêneyê çîroka lîstikvanekî sporê yê amator da dest û pêşkêş kir.

Pêşengeh dê heta 12'ê Çileya 2013'an vekirî bimîne.

(mae)