Ji 76 wekîlan banga greva birçîbûnê!
Ji 76 wekîlên çepgir ên Alman banga greva birçîbûnê!
Perwer Yaş Berlîn - Koma Partiya Çepgir a Almanyayê ku di Meclîsa Federal a Alman de 76 parlementerên wê hene ji bo greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bang kir. Parlementeran banga “Li hemberî polîtîkayên hukûmeta Tirk ên li dijî Kurdan bê deng nemîne” li Merkelê kirin û ji hukûmeta AKP’ê ji xwestin ku dest bi muzakereya bi girtiyan re bike.
Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ji 12’ê îlonê ve dane destpêkirin ket roja 56’emîn. Daxwaz û çalakiyên girtiyên Kurd di rojeva raya giştî ya navneteweyî de ye. Koma Partiya Çepgir a Alman a Meclîsa Federal piştgirî da çalakgerên Kurd û ji bo daxwazên girityan bang li hukûmetên Alman û Tirk kirin.
Koma Partiya Çepgir bal kişand ku di van demên dawiyê de li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên gelek mezin çêbûne û ev bang kir:
"Tevî rewşenbîr, sendîkavan, rojnamevana nêzî 10 hezar siyasetmedarên Kurd ên muxalîf hatin girtin. Ji girtiyan 700 girtî ev bi rojan e di greva birçîbûnê de ne. Komek ji vana ji 12’ê îlonê ve di greva birçîbûnê de ne. Herî dawî, 5’ê mijdarê 10 hezar girtiyan aşkere kir ku ew ê bi komî dest bi greva birçîbûnê bikin.
Daxwazên sereke yên girtiyan rakirina tecrîda li ser Ocalan, parastin û mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Divê êdî hukûmeta federal a Alman van bûyeran û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê zêde dibin bibîne û piştgiriya dide hukûmeta Erdogan qut bike. Her wiha, koma me ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê ji hukûemta Tirk jî dixwaze ku bi girtiyan re dest bi muzakereyan bike."
ANF NEWS AGENCY