1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Akademîsyenên Ewropî ji bo meşa Kobanê ya global bang
Ji Akademîsyenên Ewropî ji bo meşa Kobanê ya global bang,ji,akademîsyenên,ewropî,ji,bo,meşa,kobanê,ya,global,bang

Ji Akademîsyenên Ewropî ji bo meşa Kobanê ya global bang

A+ A-

ANF - DEVRÎŞ ÇÎMEN - FRANKFURT

Destekek din a ji bo meşên ji bo Kobanê yên 1'ê Mijdarê, ji akademîsyen û aktorên aştiyê yên Elmanya û Awûstûryayê hat. Navdarên ku dibêjin "Pîvana siyaseta aştiyê Kobanê ye" destnîşan kirin, wergirtina piştgiriyê mafê Kobanê ye.

Berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê di roja 43. de dewam dike. Bi pêşengiya rêxistinên civakî yên sivîl û kesayetên navdar, di 1'ê Mijdarê de wê li her devera cîhanê mirov ji bo Kobanê bimeşin. Li ser banga Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa (EUTTC), bi dirûşma "Ji bo mirovahî û Kobanê cîhan li dijî DAIŞ'ê dimeşe" wê meş bên lidarxistin. Meşên global ji gelek aktîvîst, rewşenbîr, nivîskar û zanyarên navndar jî destekê dibînin. Li hemû welatan wê di heman demê de saet di 14:00 de wê meşên piştevaniya Kobanê destpê bikin. 

Her wiha 1'ê Mijdarê weke "Roja Piştevaniya Kobanê ya Navneteweyî" hat îlankirin û bang li her kesî hat kirin ku ji bo Kurdan dakevin kolanan. Çend ji xwediyên vê bangê ji Zanîngeha Sazlburgê Prof. Dr. Christian Zeller, Ji Zanîngeha Linz Johannes Kepler Alk. Prof. Dr. Dario N. Azzelini, ji Zanîngeha Kîelê Prof. Dr. Antonia Davidovic û ji Berlînê Prof. Dr. Wolfgang Triebel, ji Frankfurtê Dr. Thomas Seibert, Prof. Dr. Andreas Buro, Prof. Dr. Ulrich Gottstein, Dr. Gisela Penteker û bernamevan Robert Levin der barê kampanyan global û sedema destekkirina berxwedana Kobanê de nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin.

ZELLER: TÊKOŞÎNA LI ROJAVA CESARETÊ DIDE

Prof. Dr. Christian Zeller (Zanîngeha Salzbûrg a Awûstûrya, Beşa Zanistiya Cografya, Jeolojî û Cografya Îktîsadî): Demokrasî, rêveberiya cewherî, ji bo her kesî mafên wekhev û wekheviya civakî... Mirovên li Rojava dibêjin, ew ji bo şoreşa li dora van nirxan ava kirine, têdikoş in. Ji ber vê yekê ez destekê didim wan. Ev têkoşîn cesaretê dide hemû mirovên li Şam, li Helep, li Hama, li Stenbol, li Enqere, Amed, Hewlêr, Mûsil, Bexda û tevahiya cîhanê, ku ji bo heman armancan têbikoş in. Ji ber vê yekê pêşveçûna Şoreşa Rojava gelekî girîng e.

TRIEBEL: MAFÊ KURDAN HEYE ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKE

Prof. Dr. Wolfgang Triebel (Zanyarê Siyasetê, Berlîn): Ez encamên polîtîkayên kolonyal ên Peymana Sykes-Picot a di Gulana 1916'an de hat morkirin û heta roja îro bandora wê li ser Kurdan dewam dike dizanim, lewma destekê didim mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe. Pêşniyar li hemû Kurdan dikim ku baweriya xwe bi desteka hêzên cuda yên ji bo berjewendiyê xwe nînin, pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikin, bibin yek û nirxên demokratîk biafirînin. Nêrîna demokrasiya bi rêbaza Rojavayê Ewropa yan jî Amerîka, ji Kurdan re nabe mînak. Di têkoşîna li dijî Dagirkeran û Îslamiyan de ez piştgiriyê didim Kurdan.

SEIBERT: ROJAVA NÎŞAN DA KU EM BÊALTERNATÎF NÎN IN

Dr. Thomas Seibert (Fîlozof û nivîskar, Frankfurt): Bi dehan sal in xwestin zorê bikin ku di "şerê li dijî terora global" de di navbera formên cuda yên fundamantalizm û lîberalîzma rojava de tercîh bê kirin. Lê belê têkoşîna li Rojava nîşanî me da ku em ne neçarin bêjin 'ya ev yan jî ew', serî netewînin û alternatîfeke sêyemîn pêşkêşî me kir. Vê alternatîfa demokratîk jî nîşan da ku demokrasî bi tenê ya cîhana Rojava nîne, berevajî bêdawî ye û li dijî hemû sînoran pêkane berxwedanek demokratîk bê meşandin.

AZZELÎNÎ: PIŞTEVANIYA GLOBAL MAFÊ ROJAVA YE

Alk. Prof. Dr. Dario N. Azzelînî (Hîndkarê Beşa Lêkolînên Pêşvebirin û Siyaset, Sosyolojiyê ya Zanîngeha Linz Johannes Kepler, nivîskar): Têkoşîna Kurdan a li dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ), li dijî hemû hêzên li hemberî civakeke demokratîk û cihê reng derdikevin, têkoşîneke zelal û tûj e. Têkoşîna Kurdan a xwe bi xwe birêvebirin û jiyana bi hev re ya mirovên ji olên cuda bi awayekî wekhev, parçeyek ji têkoşîna li gelemperiya cîhanê tê dayîn e. Lewma piştevaniyê heq dike. Bijî Kurdistan!

DAVÎDOVÎÇ: ROJAVA HÊVIYÊ BICIH TÎNE

Prof. Dr. Antonia Davidovic (Hîndekara Beşa Etnolojiyê ya Zanîngeha Kîel a Elmanyayê): Tevgerên demokratîk, xeyal û rêxistinbûyînên mirovan li Bakurê Afrîkayê û welatên Rojhilata Navîn xwestin pêk bînin, şikestin. Bi tenê Rojava di nava hewldana bicihanîna hêviyê de ye. Kantonên Rojava, li gel rêveberiyên ambargo yên Tirkiye û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî, rêxistinbûyîna xwe ya demokratîk di mercên giran de ava kirin. Her wiha şervanên Kurd ên li vir, di pêşîgirtina li qirkirina Êzidiyên li Şengalê de xwedî pareke gelekî girîng in.

Ji bo dagirkirina Kobanê koma Îslamî ya radîkal û nîjadperest DAIŞ bi her şêweyên serdestiya materyal êrîş dike û ji bo ev projeya siyasî ya bêhempa li hemberî van êrîşan karibe hebûna xwe biparêze, divê bi her awayî alîkarî bê dayîn. Lê belê cihê matmayî û şermê ye ku heta demeke nêz siyaseta navneteweyî, ev rewş li ber çavan negirt, jê xerabtir jî Rojava kirin qurbanê zextên polîtîk ên Tirkiyeyê. Hewldanên navneteweyî jî blokaja Tirkiyeyê heta niha ranekiriye û bombekirina DAIŞ'ê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi tena serê xwe encamê bi xwe re nîne. Xemsariya welatên cîhanê ya li pêşberî binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina pîvan û biryarên wan bi xwe stendine, nayê qebûlkirin.

Kobanê bi helwesta xwe ya henekê xwe pê dike dibêj,e, 'Çima Kobanê ewçend girîng e'. Ji bo destekkirina Kobanê û Rojava gelek sedem hene. Xwedî potansiyela demokrasiyê ye. Ev potansiyela wê jî ji projeyeke xwe ya dikare li hemû welatên herêmê bicih were anîn, werdigire. Nîşan dide ku Îslamî dikarin bên rawestandin. Herêmê ji Îslamiyan re nahêle. Û bêguman a herî girîng jî hêviyê dide ku mirovên li herêmê dikarin di nava aştî û azadiyê de bijîn.

Divê bê qebûlkirin ku di roja îro de li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke navneteweyî ya hevgirtî bê meşandin, sîstema siyasî ya Rojava were naskirin û ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin. Kengî bersiv ji van daxwazan re hat dayîn, hingî civaka navneteweyî wê pêşî li têkçûnekê bigire. Ji bo piştgiriyê bide Kobanê, bêtir bala xwe bide ser rewşê û ji bo bersiv ji daxwazan re bê dcayîn bala raya giştî ya Elman û navneteweyî bikişîne ser mijarê, ez jî destekê didim banga 'Ji bo mirovahî û Kobanê cîhan li dijî DAIŞ'ê dimeşe'.

BURO: PÎVAN KOBANÊ YE

Prof. Dr. Andreas Buro (Xwediyê Xelata Aştiyê ya Aachenê, zanyarê siyasetê, Grävenwiesbach): Eger di nava şertên herî zehmet ên li Kobanê de alîkarî ji bo komên olî û etnîkî yên jiyana bi hev re û aştiyane dimeşînin bê dayîn, Kobanê dikare veguhere smebolekê. Aktorên qaşo ji bo demokrasî û mafên mirovan bang dikin û dibin mûxatabê pirsgirêkê, gelekî kêm bi mijarê re eleqedar dibin û di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevdigerin. Li ser çarenûsa Kobanê wê ev zelal bibe: Pêvajoya aştiyê ya di navbera Kurd û Tirkên li Tirkiyeyê wê dewam bike yan jî veguhereke şerekî bixwîn ê her kes jê zerarê bibîne? Pîvanên siyaseta aştiyê ya Elmanya û welatên Yekîtiya Ewropayê wê li Kobanê bên pîvandin. Wê derkeve holê ku ji bo wan dilsoziya bi NATO'yê û berjewendiyên aborî girîng e, yan jî lihevhatina Kurd û Tirkan. Ji bo Ewropayê gava destpêkê derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' ye. Di meş û çalakiyên piştevaniyê yên li Ewropa û qadên din ên cîhanê, wê gelek tiştan zelal bikin. Pêwîste were dîtin ku nîqaş bi hêrs wê bi tenê rê li ber têkçûna Kobanê vekin.

GOTTSTEIN: DEM DEMA TÊKOŞÎNA HEVPAR E

Prof. Dr. Ulrich Gottstein (Serokê rûmetê yê Yekîtiya Doktorên li dijî Şerên Atomê yên Navneteweyî-Elmanya Frankfurt): Piraniya gelê Elmanya, der heqê jiyana Kurdan, Êzidî, Xiristiyan û gelên din ên li Kobanê yên di bin dorpêçiya DAIŞ'ê de ne, bi fikar e. Em, parastina lehengî ya YPG û YPJ ku rêxistinên xwişk û birayên PKK'ê ne, bi heyranî temaşe dikin û bang li hikûmeta Elmanya dikin ku destekê bide. Dem dema rizgarkirina Kobanê û têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ'ê ye.

PENTEKER: EGER EM BI TENÊ BIHÊLIN HINGÎ HEMÛ AXAFTIN VALA NE

Dr. Gisela Penteker (Endama Koordînasyona Tirkiye Kurdistan a Yekîtiya Doktorên li dijî Şerên Atomê yên Navneteweyî): Her roj bi xemgînî û hêrseke mezin li dîmenên ji Kobanê tên temaşe dikim. Li hemû mirovên giranbuha yên min li Rojava nas kir, difikirim. Li cesareta wan, xebatên wan ên hevpar û li hêviyên wan difikirim. Eger em Kobanê û mirovaên li Rojava bi tenê bihêlin, naveroka hemû axaftinên me yên li ser mafên mirovan, yekîtiya civakan, mirovahî û pirsgirêkên etnîkî, wê vala bin.

LEVÎN: ROJAVA DEYNDARÊ KURDAN E

Robert Levin (Pêşkêşvanê radyoyê, lîstikvanê sînema, Bremen): Weke pêşkêşvanekî radyoyê, bi taybetî di sala 2014'an de nûçeyên gelekî dilşewat pêşkêş dikim. Ji nav van nûçeyan a herî sansasyonel ew bû, ku şervanên PYD û PKK'ê bi berdêla canê xwe, bi hezaran Êzidiyên neçar man birevin Çiyayê Şengalê, ji çeteyên cînayetê yên bi navê Dewleta Îslamî rizgar kirin. Eger li benda civaka navneteweyî biman ku Êzidiyan rizgar bikin, heta niha wê hemû hatibûna qetilkirin û kolekirin. Ji ber vê yekê cîhana Rojava deyndarê van Kurdên pêşverû ne. Lewma divê bi her awayî desteka pêwîst bide wan, ku karibin Kobanê û Rojava bi awayekî serketî biparêzin.