1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji aliyê 20 hezar kesî ve hatin verêkirin
Ji aliyê 20 hezar kesî ve hatin verêkirin,ji,aliyê,20,hezar,kesî,ve,hatin,verêkirin

Ji aliyê 20 hezar kesî ve hatin verêkirin

3 HPG'î ji aliyê 20 hezar kesî ve bi diruşmeya 'Şehit namirin' hatin verêkirin

A+ A-

Cenazeyên 3 endamên HPG'ê Kasim Işik (Agir Amed), Îbrahîm Kaya (Herbijî Tolhildan) û Hasan Karahan (Mahîr Dîcle) ên di pevçûna 24'ê Nîsanê ya li sêgoşeya Lîce, Pasur û Gençê de jiyana xwe ji dest dabûn, li gel barana zêde û astengiya polisan li Goristana Yenîkoyê ji aliyê 20 hezar kesan ve bi dirûşmeya "Şehît namirin" hatin difinkirin.

Cenazeyên 3 endamên HGP'ê li gel hemû astengiyên walîtiyê û polîsan ji aliyê 20 hezar kesan ve bi diruşmeyên "Şehît namirin" û "Tolhildan" ve hatin definkirin. Serê sibe malbatên endamên HPG'ê Kasim Işik (Agir Amed), Îbrahîm Kaya (Herbijî Tolhildan) û Hasan Karahan (Mahîr Dîcle) ên HPG'iyên ku di pevçûna 24'ê Nîsanê ya li sêgoşeya Lîce, Pasur û Gençê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên zarokên xwe anîn Mizgefta Bayramoglu. Girseya ku ji bo tev li merasima cenaze bibe hatin li ber Mizgefta Bayramoglu kom bûn rastî astengiyên polîsan hatin. Waliyê Amedê Mustafa Toprak, tevlêbûna merasima cenazeyên endamên HPG'ê li welatiyan qedexe kir û ferman da polîsan ku welatî tev li merasimê nebin. Piştî fermana walî gelek maşîneyên zirxî û bi sedan polîsên tîmên taybet û hêzên cevîk derdora mizgeftê dorpêç kir û welatiyan asteng dike. Polîs bi anonsan bê navber banga "Belav bibin, an hûn dê bên binçavkirin" dike. Welatiyên ku bi biryarin tev li merasima cenaze bibin, li kolan û kuçeyan kom bûn. Li gel hemû astengiyên polisan bi hezaran kes li ber mizgeftê kom bûn. Li aliye din bi hezaran kesên ku li taxan kom bûn bi meşê çûn Goristana Yenîkoyê û li benda cenazeyan rawestiyan. Bi 10 hezaran kesên ku ji çar aliyê Ametê hatin goristanê li ber morga goristanê kom bûn. Dema maşîneyen cenazeyan ji mizgeftê birin goristanê polîsan di setina goristanê de li nasnameya weletiyan nerî. 20 hezar kesên li goristanê kom bûn bi girseyî cenaze pêşwazî kir. Dema cenaze hate pêşwazikirin li ser hev balafirên şer rabûn. Girseyê ku cenaze pêşwazî kir bi hevre nimêja înê kir û pişt re bi alên PKK'ê darbestên HPG'yan pêçan. Girsê darbestên 3 endamên HPG'ê danîn ser milê xwe û heta gorê meşiyan.

Di meşê de xemgînî û hêrs

Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên 3 endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Di meşê de jin li pêş girsê meşiyan. Di meşê de ciwanan meşa leşkerî li dar xist û sloganên "Tolhildan", "Şehîd namirin", "Lêxe gerîla lêxe Kurdistanê ava bike" û "Rêhevalên Rojê nemir in" berz kirin. Di meşa bi deh hezaran kes tevlî bû de tîlîlî, çepik û sloganan kêm nebûn. Di meşê de li hemberî operasyonên leşkerî hêrs zêde bû û welatiyan gul danîn ser darbesta HPG'iyan. Piştî meşê li goristanê ji bo 3 HPG'iyan nimêja cenaze hate kirin.

Nimêja cenaze a kurê xwe da kirin

Piştî 3 cenazeyên endamên HPG'ê danin cem hev girseyê piştî cenazeyan ji bo nimêjê rêz girt. Nimêja cenazeyan bavê ji endamên HPG'ê Kasim Işik (Agir Amed) Mela Nur Mehmet Işik nimêj da kirin.

3 HPG'î bi sloganan hatin definkirin

Piştî nimêja cenazeyan cenazeyên 3 endamên HPG'ê bi sruda "Çerxa Şoreşê" anîn goristinanê û rêzgirtin hate girtin. Piştî rêzgirtinê ji xizmên endamên HPG'iyan yekî strana "Ey şehîd" got û demên hestiyar pêk hatin. Welatiyan ji stran dubare kir û gelek welatiyan rundikên xwe ngirtin. Piştî karên veşartinê baranê dest pê kir. Ligel baranê dîsa jî welatî heta dawiya merasîma cenazeyan li goristanê ma. Cenazeyên 3 endamên HPG'ê bi slgonên "Şehîd namirin" û "Tolhildan" hatin definkirin.

Piştî merasîma cenazeyan girse derbasî Mala Şînê ya Pasuriyan bûn. Ji bo 3 endamên HPG'ê dê li Mala Şînê ya Pasuriyan 3 rojan taziye bên qebulkirin.

(bd/mae)