Ji aliyê hezaran ve hate verêkirin
HPG'yî Sinir li Amedê ji hêla hezaran ve hate definkirin
10:53 10.07.2012 1 / 15 AMED (DÎHA) - Cenazeyên 4 HPG'yiyan a ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî ku ji hêla malbatê ve hatin girtin, li bajarên wan hatin definkirin. Mamê Nebî Sinir ê HPG'yî ku li Amedê ji hêla hezaran kesî ve hate definkirin, Nûr Sinir got: "Ez îdîa dikim ku li cenazeyan îşkence hatiye kirin û madeyên kîmyewî hatiye avêtin."
Malbatên Cenazeyê 4 HPG'yiyên ku di encama pêvçûna li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan û nasnameya wan nû diyar bûn, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî girtin û anîn Amedê. Cenaze di ketina bajarê Amedê ji hêla parlamenterên BDP'ê Nûrsel Aydogan, Adîl Kûrt, Demîr Çelîk, Ozdal Uçer û hezaran kesan ve bi dirûşmeya "Şehît namirin" hatin pêşwazî kirin. Polîsan ku li vir derdor dorpêç kiribû, yekemîn 3 cenazeyên ku diçûn navçeyên Nisêbîn û Mazidagê ya Mêrdînê û Navçeya Serêkaniya Rihayê şandin. Cenazeyê Nebî Sinir a bi navê kod Kawa Amed jî bi konvoyeke bi sedan wesayît pêk dihat, birin Goristana Yenîkoyê. Li goristanê di dema cenaze dihate şûştin, girseyê wêneyên 4 HPG'yiyan, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê, konfederalîzm û HPG'ê hate vekirin, nîşana serkeftinê kirin û marşa "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Dema darbesta Sinir ji wesayîta cenazeyê hate derxistin, xwişka wî li ser tebexçeyê hine û find heyî, li ser destê xwe direqisî û tilîlî kişand.
Gelo li cenazeyê îşkence hatiye kirin?
Kesên dixwestin cenazeyê HPG'yî Sinir bibîn in, ji ber cenaze hatibû tehrîpkirin, hêrsa xwe neveşartin. Di qirika Sinir de şopa benê hebû tehrîş bibû, di hin cihên bedena wî de tahrîpkirin hebû gûmana ku cenaze bi erdê ve hatiye xişikandin. Çavê rastê ya Sinir ku hatibû derxistin û ji ber di bedena wî de tu şopên guleyê xûyanekir, girseyê bi dirûşmeya "AKP dê hesab bide gel" avêt. Her wiha di demên dawî de bê îstîsna bedenên HPG'yiyên jiyana xwe ji dest dane, 'reş' bûne, gûmana gelo madeya kîmyewî hatiye bikaranîn tê pirsîn.
Cenazeyê Sinir piştî di mizgeftê nimêja cenazeyê hate kirin, cenaze li ser milan heta goristanê birin. Bê navber dirûşmeyên "Şehît namirin", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Ey Şehît xwîna te erdê namîn e" hate berz kirin. Piştî cenaze hate veşartin, dia hatin xwendin. Piştî definkirinê Serokê Şaxa MEYA DER a Amedê Leyla Ayaz, axaftinek kurt kir û diyar kir ku gelê kurd dê van zarokên xwe yên ji bo azadiya kurdan têdikoşin jibîr neke. Ayaz, got: "Gelê kurd dê her tim li şehîdên xwe xwedî derkeve. Bila gelê kurd û malbatê sax be."
'Hikumeta AKP'ê di nav hewildana vala derxistina gavên ji bo çareseriyê tên avêtin, de ye'
Parlementer Nûrsel Aydogan jî, "Em kesên li vir man e, heta em bijîn teqekes em dê xeyal û hêviyan wan bi cih bîn in" dest bi axaftina xwe kir. Aydogan, da zanîn ku berdela wê çi dibe bila bibe ew dê di vê riyê de herin. Aydogan, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan bi salan e ji bo pirsgirêka kurd bi riya demokratîk bê çareserkirin bi salane di nava hewildanan de ye. Bi taybetî piştî bi komployeke navneteweyê ew anîn Tirkiyê ligel tecrîdek giran gavên somut a çareseriyê avêt. Lê hikumeta AKP'ê di nav hewildana valaderxistina gavên ji bo aşitiyê ku ji hêla birêz Ocalan ve hatiye avêtin, de ye.
'Ez îdîa dikim ku li van mirovên delal îşkence hatiye kirin'
Pişt re li ser navê malbata Sinir mamê HPG'yî Nebî Sinir, Nûrî Sinir, axaftinê kir. Sinir, diyar kir ku ji hêla malbatê ve navê Nebî, weke Ahmet tê nasîn tenê di nasnameya tirkan de Nebî ye. Sinir, da zanîn ku Ahmet ji vê dozî bawer kir û çû. Sinir, destnîşan kir ku Ahmet ne braziyê wî ye kurê gelê kurd e. Sinir, anî ziman ku desthiladarê faşîst tehamuliya wan ji mirina van mirovên delal re tune ye. Sinir, derbirî ku ji Meletî heta niha bi pêkûtî û gefa dê cenazeyê birevîn in wan mijûl kirine û got: "Em îro namirin, ji dîrokê heta niha em tên kûştin, di 1071'an de, 1514'an û şerê cîhanê de em bi wan re bûne yek û me şer kir. Lê di 1920'an de weke mukafat tûnehesibandina me kurdan bû." Sinir, diyar kir ku ev 4 mirov li hember çekên mezin şer kirine û wiha got: "Ez îdîa dikim ku ev 4 mirov ji jor ve bi avêtina madeyek dişibe madeya kîmyewî şehît ketine. Di cîhanê de şerê herî qirêj şerê ku li hemberê gelan tê kirin e."
'Di cîhanê de mirina herî xweş bi zanebûna ji bo çi dimirî ye'
Sinir, da zanîn ku Ahmet di zanebûna ji bo çi miriye de bû û ev tişt gotin: "Dema Ahmet çû min ew roj mirina wî îlan kir, lewra weke her ciwanek kurd, her gerîlayek kurd bû. Ji ber vê yekê dibêjim di cîhanê de mirina herî xweş bi zanebûna ji bo çi dimirî ye. Werin em hem li ser navê wan ji bo bigihije nifşên nû bi dengek bilind ku ezmanan biqelîşîne û Ankara bibîhîze, sê caran bibêjin Azadî, azadî, azadî..." Pişt re hemû girse bi yek dengê pê re got in.
Mamê HPG'yî Sinir, Nûrî Sinir, di dawiya axaftina xwe de, nameya ku dema derkete çiya, ji wan re hiştî, de helbesta çarîkê xwend: "Hin caran dibêm ji bîr neke/ Lê min jibîr nekir we/Ez helbestan dinivsîn im ji bo we/Di bin siya tarî ya darên biyê de/Min hêlîn çêkir li ser şaxê/Rûdinêm hesretê disojim/Bêrikirine kim, agirek im/Lê min ji bîr nekiriye we, heke we min ji bîr kiribe jî/Ji hemû dilên evîn, eşq, aşitî, biratî, azadî û bi serkeftinê re dibezin re..."
Piştî axaftinan girseyê bê navber dirûşmeyên "Şehît namirin", "Rêhevalê rojê nemir e" hate berzkirin û belav bûn.
(ea/mae)