Ji Amîda Kurd Xizmeteke Nû
Amîda Kurd di teknolojiya weşangeriyê de gaveke din pêşve davêje. Ji niha û pê ve Amîda Kurd dê rojname, kovar, pirtûk, namilke û berhemên we wekî elektronîk çap bike û biweşîne.
Wekî gava yekem îro hejmara 168'mîn a Rojnama Agirî bi we re tê parvekirin. Her wisa hejmarên 30, 31, 32, 33, 34, 34, 36, 37 û 38 ên Bêjenasiya Zimanê Kurdî ku nivîskarê me Beghyani Shadi Sharin amade em wekî pirtûkên elektronîk çap dikin û bi we re parve dikin.
Weşanên ku berhemên xwe wekî PDF ji me re bişînin ser e-peyama [email protected] dê bikaribin berhemên xwe wekî elektronîk li ser Amîda Kurd bidin weşandin.
Bi saya vê teknolojiyê re weşanên kurdî bêyî ku pêşkêşker (server/hosting) kirê bikin, dê bikaribin weşanên xwe bi xwendevanan re bi riya Amîda Kurd parve bikin.
Amîda Kurd