Ji Amîda Kurdê Kampanyaya Mezin
Amîda Kurd di sala xwe ya heftemîn de bi kampanyayeke mezin weşana xwe didomîne
Amîda Kurd di sala xwe ya heftemîn de bi kampanyayeke mezin weşana xwe didomîne.
Armanca vê kampanyayê, teşwîqkirina nivîskarên kurdî yên nû û belavkirina xwendina bi kurdî ye. Ji bo kesên ku Blogên biyanî bi kar tînin xizmeta Blogeke kurdî ye. Her wiha ji bo her kesî derfeta arşîveke online û dewlemend e.
Bi vê armancê Amîda Kurd dê her meh 10 pirtûkên kurdî bide 10 endamên xwe yên nû.
Her wiha dê her meh 10 pirtûkên kurdî bide 10 endamên kevin.
Pîvanên Kampanyayê ji bo endamên nû:
1- Divê endam bi xwe ew nivîs nivîsandibe û xwediyê mafê weşandinê be. 2- Endamên nû, kîjan mehê bûbin endam, divê di wê mehê de 5 gotar weşandibin. 3- Gotar divê herî kêm ji rûpelek A4 bê pêbe û çi qasî dirêj dibe bila bibe. 4- Mafê Amîda Kurdê heye ku redaksiyona gotaran bike. 5- Cureyê nivîsê dikare Helbest, Çîrok, Nirxandin, Pêkenî, Lêkolîn, Ger, Teknolojî, Zanistî û wekî din be. 6- Nivîs li dereke din berê hatibe weşandin jî dibe. 7-Kampanya heta dawiya sala 2013'an derbasdar e.
Pîvanên Kampanyayê ji bo endamên kevin:
1- Divê endam bi xwe ew nivîs nivîsandibe û xwediyê mafê weşandinê be. 2- Endamên kevin di kîjan mehê de 10 gotar weşandibin, dê wê mehê pirtûkeke kurdî kar bikin. 3- Gotar divê herî kêm ji rûpelek A4 bê pê û çi qasî dirêj dibe bila bibe. 4- Mafê Amîda Kurdê heye ku redaksiyona gotaran bike. 5- Cureyê nivîsê dikare Helbest, Çîrok, Nirxandin, Pêkenî, Lêkolîn, Ger, Teknolojî, Zanistî û hin wekî din be. 6- Nivîs li dereke din divê nehatibe weşandin. 7- Kampanya heta dawiya sala 2013'an derbasdar e.
Nîşe:
1- Her endamê malperê jixweber dibe xwedî Rûberg û rûpela kurdî. Wekî mînak rûberga Ehmed Huseynî. Nivîsên her endamî jixweber di Rûbergê de tê weşandin. Endam nivîsa xwe di kîjan cureyî de weşandibe, di wê beşê de xuya dike û xwendevan di rûpela Rûbergê de dikare beş bi beş li nivîsan bigerin. 2- Kargo belaş e. Pirtûkên ku dê bên şandin dê ji aliyê Amîda Kurd ve bên hilbijartin. Kesên ku pîvan bi cih anîbin, pirtûkên wan dê herî dereng di hindurê wê meha ku nivîsandine de bên şandin. 3- Her kes ji naveroka gotarên xwe berpirsiyar e. Amîda Kurd berî weşanê nivîsan naxwîne û endam nivîsên xwe bi xwe bi cih dikin û bi xwe diweşînin, wekî Blogên biyanî. Heke der barê naveroka nivîsekê de gilî û gazin bên kirin, redaksiyona Amîda Kurd dikare nivîsê saxtî bike û biryara jêbirina nivîsê bide. 4- Amîda Kurd li gor kalîteya nivîsan biryarê dide ku di Amîda Kurd de dê nivîsên kê li serûpelê bên weşandin. Wê demê ew endam êdî ji aliyê Amîda Kurdê ve wekî nivîskar tê qebûlkirin. 5- Endamên ku pirtûkek kar kiribin, her meh dikarin ji Amîda Kurd re ragihînin ku ew kîjan pirtûkê dixwazin, heke Amîda Kurd qebûl bike dê wê mehê ew pirtûk jê re were şandin. Lê Amîda Kurd di serê her mehê de dê ragihîne ku wê mehê xelat kîjan pirtûk in û dê ji serê mehê ve bên zanîn. Xelatên 1-31.12.2012'an:Ji bo endamên nû: Roman, Zagros û Zerdeşt, Mahabad Felat Arda, Weşanên Lîs, 262 rûpel, 2012.Ji bo endamên kevin: Roman, Qolyeya Cécileê, Mîran Janbar, Weşanên Lîs, 368 rûpel, 2012
Ji bo pirs û têkiliyan : [email protected]