1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji artêşa Tirk Roboskiya duyemîn!..
Ji artêşa Tirk Roboskiya duyemîn!..,ji,artêşa,tirk,roboskiya,duyemîn

Ji artêşa Tirk Roboskiya duyemîn!..

Ji artêşa Tirk Roboskiya duyemîn: 2 mirî, 2 birîndar

A+ A-

Balefirên artêşa Tirk li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li nêzî gundê Soregulê li komek “kasibkarên” ku debara xwe li ser sînoran dikirin xistin û di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balefirên şer ên artêşa Tirk şevê din saet di 00.00 de herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encamê de li nêzî gundê Soregulê yê li ser sînor, 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku bombebaran heta saet 00.45’an berdewam kir. Di encama bombebaranê de kesên bi navê Mam Elî (45) yê ji gundê Bodolê yê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê bavê sê zarokan e û Şepûl Loqman (19) yê ji gundê Zêvê yê Mehabadê ye jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Ebûbekir Çeko (23) yê ji gundê Çeko yê Serdeştê û kesê bi navê Rêbaz ê ku paşnavê wî nehat zanîn ji Başûrê Kurdistanê ye bi giranî birîndar bûne. Hate ragihandin ku lingê kesê bi navê Rêbaz jê ve bûye.

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de gelek sewalên wan telef bûne û agir bi zevî û baxçeyên derdorê ketine. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane dê bînin navçeya Qeladizê.

Artêşa Tirk bi hincetên bombebarankirina kampên PKK’ê, êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê dîsa zêde kirin. Di êrîşên hewayî yên Tirk de xelkê sivîl zirarek mezin dibîne.

Bi taybet ji salên 2007’an ve hema bêje hemû rojan êrîşên topbaranê têne kirin, bi sedan êrîşên hewayî çêbûn. Di êrîşê de herî zêde gundî jê bandor bûn. Gelek sivîlan di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan.

5’ê îlonê roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.

24’ê tebaxê jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kiribû û du gundî birîndar bibûn. Her wiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibû.

7’ê tebaxa 2011’an li gundê Kortek yê Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin.

ANF NEWS AGENCY