1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Asayîşa Rojava bîlançoya 2013’an
Ji Asayîşa Rojava bîlançoya 2013’an,ji,asayîşa,rojava,bîlançoya,2013,an

Ji Asayîşa Rojava bîlançoya 2013’an

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 27.12.2013 11:55:49 Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bilançoya bûyerên 2013’an aşkera kir. Li gorî vê di tevahiya salê de 56 êrîş pêk hatin, 57 bombe hatine bêbandorkirin, 98 operasyonên heşîşê hatin lidarxistin, 26 ton heşîş hatiye hilanîn, 5 hezar 115 kes hatin girtin û 49 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberên Asayîşa Girştî ya Rojavayê Kurdistanê Ciwan Îbrahîm û Sedîq Hiso, li Navenda Giştî ya Asayîşê ya li bajarê Qamişlo civînek çapemeniyê lidar xist û bîlançoya bûyerên sala 2013 aşkera kir.

56 ÊRÎŞÊN BOMBEYÎ Û XWEKUJÎ

Di civîna ku gelek rojnemevanan şopand de endamê Rêveberiyê Asayîşê Ciwan Îbrahîm bilonço da û diyar kir ku di sala 2013'an de li seranserî Rojava 18 êrîşên xwekujî pêk hatine û got: "Ji vana 3 li Qamişlo, yek li Efrîn, 2 Çilaxa, 4 li Tirbespiyê, 4 li Girkê Legê, yek li Kobanê, yek li Til Temir, yek Serêkaniyê û yek jî li Amûdê pêk hatiye." Ciwan Îbrahîm, da zanîn ku li seranserî Rojava 38 teqînên bombeyî pêk hatine û got ku ji vana 7 li Qamişlo, 9 li Hesekê, yek li Kobanê, 4 li Efrîn, 4 li Amûdê, yek li Çilaxa, 7 li Tirbespiyê, yek li Girkê Legê û 4 li Til Temir çêbûne.

57 BOMBE HATIN BÊBANDORKIRIN

Îbrahîm diyar kir ku hêzên wan 57 bombeyên ji aliyê çeteyan ve hatibûn danîn jî bêbandor kirine û ev agahî dan: “Ji vana 3 li Qamişlo, 6 li Hesekê, 2 li Kobanê, 2 li Efrînê, 4 li Amûdê, 7 li Rimêlan, 7 li Çilaxa, 7 li Tirbespiyê, 3 li Girkê Legê, 3 li Til Temir û 13 li Til Koçer hatine bêbandorkirin.

49 ENDAMÊN ASAYÎŞÊ JIYANA XWE JI DEST DAN

Ciwan Îbrahîm got ku di tevahiya sala 2013’an de 49 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dane wiha dom kir: “Li Qamişlo 6, li Hesekê 3, li Kobanê 9, li Efrînê 4, li Dêrikê 4, li Serêkaniyê 6, li Amûdê 8, li Çilaxa 4, li Tirbespiyê 3, li Dirbêsiyê yek, li Til Temir yek hevalê me şehîd ket.” Îbrahîn, anî ziman ku 57 endamên Asayîşê jî birîndar bûne.

1.533 KES BI TAWANBARIYA 'TERORÊ' HATIN GIRTIN

Têkildarî kesên ku di nava salê de bi tawanbariya “terorê” hatine girtin jî Îbrahim destnîşan kir ku hezar û 533 kes hatine girtin û wiha dom kir: “Li Hesekê 3, li Kobanê 90, li Efrînê 6, li Dêrikê 244, li Serêkaniyê 621, li Amûdê 8, li Rimêlan 120, li Çilaxa 55, li Tirbespiyê 9, li Dirbêsiyê 22, li Girkê Legê 277, li Til Temir 2, li Til Koçer 77 kes hatin girtin.”

3.582 KES JI BER TAWANBARIYÊN CÎNAYETÊ HATIN GIRTIN

Îbrahîm diyar kir ku 3 hezar û 582 kes jî bi tawanbariya cinayetan hatine girtin û got ku ji vana 346 li Qamişlo, 93 li Hesekê, hezar û 282 li Kobanê, 660 li Efrînê, 31 li Dêrikê, 139 li Serêkaniyê, 389 li Amûdê, 127 li Rimêlan, 67 li Çilaxa, 93 li Tirbesipiyê, 13 li Dirbêsiyê, 240 li Girkê Legê, 49 li Til Temir û 53 li Til Koçer hatine girtin.

Ciwan got ku di girtîgehên asayîşê de tu kesên ji ber siyasetê têne girtîn nîn in û kesên niha girtî ne jî têkiliya wan bi “terorê” re heye ne.

98 OPERASYONÊN HEŞÎŞÊ

Rêveberê Asayîşê Ciwan Îbrahîn da zanîn wan li dijî madeyên hişbir jî têkoşînek mezin daye û got ku li Hesekê 3, li Kobanê 45, li Dêrikê 2, li Serêkaniyê 6, li Amûdê 12, li Tirbespiyê yek, li Dirbêsiyê 4, li Girkê Legê 3 û li Til Temir 22 bi giştî 98 operasyonên li dijî heşîşê hatine lidarxistin. Îbrahîm anî ziman ku di van operasyonan de zêdetirî 26 ton heşîş hatiye hilanîn, hejmarek zêde hebên hişbirînê, heşîşa ziwakirî, eroîn hatine desteserkirin.

Piştî aşkerakirina bîlançoyê Ciwan Îbrahîm, sersala pêkhateyên Rojava û bi taybet sersala gelê Suryanî pîroz kir. Îbrahîm piştre bersiva pirsên rojnamevanan da.

Rêveberê Asayîşa Giştî Sedîq Hiso jî, di civînê de axivî û got ku di demên dawî de kesên çekan li gel xwe digerînin zêde bûne û ev jî bûye sedema aloziyê. Hiso, diyar kir ku li ser vê yekê Asayîşê qanûna qeytkirina çekan derxistiye û got divê hemû kes çekên xwe qeyd bikin. Hiso, anî ziman ku kesek nikare ji 2 çekan zêdetir li ba xwe bigire û qeyd bike. Hiso da zanîn ku qeydkirina çekan wê di 1 çileya 2014’an de dîsa destpê bike û heta mehekê dom bike.