1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Başûr 33 hezar hilbijêr derbasî Bakûr bûn
Ji Başûr 33 hezar hilbijêr derbasî Bakûr bûn,ji,başûr,33,hezar,hilbijêr,derbasî,bakûr,bûn

Ji Başûr 33 hezar hilbijêr derbasî Bakûr bûn

A+ A-

HEWLÊR/ROJNEWS Rojek ji hilbijartinên Bakûrê Kurdistanê re maye. Seferberiya buroya DBPê ya Hewlêrê ji bo hilbijartinê berdewam dike. Buroya DBP ya Hewlêrê ev du mehe ji bo hilbijartinê di nava seferberiyê de ye. Bi nêzîkbûna hilbijartinên li Bakûrê Kurdistanê re, DBP’ê jî lez da xebatên xwe yên li başûrê Kurdistanê. Em jî wek RojNews çûn cihê xebatên hilbijartinê yên DBP’ê li Hewlêrê û me xebatên wan ji nêz ve şopand. Hemwelatiyên ku beşdarî xebatên hilbijartinên bûne, ji RojNewsê re axivîn.


Yek ji endamên komîteya hilbijartinê Gungor Alp diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo kurdan xwedî girîngiyek mezine û wiha berdewam kir: “Em wek buroya DBPê ya Hewlêrê nêzî mehekê ye di nava seferberiyê de ne û xebatên hilbijartinên yên li Herêma Kurdistanê dimeşînin. Tê zanîn bi hezaran hemwelatiyên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê ji ber sedemên cur be cur li Herêm Kurdistanê jiyan dikin. Me di serî de kesên wê dengê xwe bidin nas kir û em çûne serdana wan. Me bi wan re li ser wê yekê ku çawa dengê xwe bidin nîqaş kir, ji bo bi rêyek herî hêsan bikaribin dengê xwe bikar bînin.”


Endamê komîteya hilbijartinê Selîm Basan jî derbarê xebatên xwe de da zanîn ku wan bi fîrmayên Otobusa re axivîne û got: “Em bi fîrmayên Otobusan re ku ji Bakûrê Kurdistanê hatine vir û fîrma vekirine re lihev rûniştin. Di çarçoveya van hevdîtinan de, ji bo hemwelatî bikaribin dengê xwe bikar bînin ji wan re derfet were vekirin. Ji ber ev hilbijartinek dîrokî ye. Kaos û zextên AKP’ê zêde bûne, lê HDP’ê hêviyên aştî û demokrasiyê zêde kiriye.” Xwediyê fîrmayên Otobusan jî derbarê xebatên xwe de axivîn


Xwediyê fîrmaya Otobusan a Can Diyarbakir ku şubeya wê li Hewlêrê heye, Îbrahîm Çoban ji ber ku di nava vê seferberiyê de cihekî aktîf digire kêfxweşiya xwe anî ziman û ji RojNewsê re wiha got: “Em wek fîrmaya Can Diyarbakir ji bo hemwelatî bikaribin dengê xwe bidin HDP’ê, ji bo kesên kedkar û kesên derfetên wan yên madî kême, nirxê bilêta ji sedî 50 dadixin. Her fîrma di nava sê rojan de nêzî 1500 rêwiyan dişîne Tirkiyê ku gelek ji van jî hilbijêrên HDP’ê ne.”


Herwiha berpirsê şubeya fîrmaya Best Wan ya li Hewlêrê, Ferhad Aydin jî behsa girîngiya hilbijartinên li Bakûrê Kurdistanê kir û wiha axivî: “Em tevlî xebatên seferberiyê yên ku buroya DBP ya Hewlêrê destpê kirî, bûn. Me jî wek fîrmayên bi daxistina sedî 50 derfet ji hemwelatiyan re vekir. Ji bo gel bikaribin derbasî Tirkiyê bibin û bi hêsanî dengê xwe bidin HDP’ê, çi ji destê me hat me kir. Em jî wek xebatkarên fîrmayan diçin Tirkiyê û dengê xwe bikar tînin.”


Hilbijêrê bi navê Baykan ji bo ku dengê xwe bikar bîne, hatibû otagarê jî diyar kir ku ew diçe bajarê xwe Agiriyê ji bo ku dengê xwe bikar bîne. Baykan bang li hemwelatiyên kurd li Herêma Kurdistanê kir ku çi dibe bila bibe pêwîste biçin û dengê xwe bidin HDP’ê û wiha berdewam kir: “Hûn dibînin her roj hemwelatiyek tê kuştin. Ji bo wê jî divê herkes dengê xwe bikar bîne. Bi derbaskirina bende re, emê bersiva herî rast bidin dijminên xwe.”


Hilbijêrekî din ê bi navê Yilmaz Yoldaş jî xebatên seferberiyê ya DBPaa Hewlêrê girîng û bi wate nirxand û got ku daxistina bihayê bilêtan ya ji sedî 50 herî zêde ji bo kesên karker û feqîr baş bû û got: “Ez karkerekî înşaatê me û ji Amedê hatime vir. Niha jî li gel hevalên xwe ji bo dengê xwe bidim HDP’ê, diçim Amedê. Tevlîbûna hilbijartinan li gorî salên din baştire û gel ji bo dengê xwe bide HDP’ê, di nava seferberiyê de ye. Ger em dixwazin dawî li faşîzma AKP’ê bînin, divê em bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo HDP’ê kar bikin.”


Karsazê bi navê Rojhan Çetînkaya ku bixwe beşdarî xebatên hilbijartinê bûye, ji RojNewsê re re wiha axivî: “Li gel em di sedsala 20an de jiyan dikin, lê li Tirkiyê demokrasî tineye. Herçend astengiya benda sedî 10 jî heye, lê HDP bi wêrekiyek mezin wek partî tevlî bû. Em li Herêma Kurdistanê ji bo gel bi hêsanî derbasî Bakûr bibin û dengê xwe bikar bînin, çi ji destê me tê dikin. Me ji bo vê bi awayekî hevbeş bi buroya DBP a Hewlêrê re xebat da meşandin. Me gelek karkerên li vir bi derfetên xwe şand. Li Hewlêrê tevlîbûnek zêde ji hilbijartinê re heye. Li gor agahiyên me bidest xistine nêzî 33 hezar hilbijêr derbasî Bakûrê Kurdistanê bûne. Ji nav kesên derbas bûne, sedî 80ê wan ji bo dengê xwe bidin HDP’ê çûne. Em sipasiya hemû fîrmayên ger û geştê jî dikin, ji ber ku çi ji destê wan hat kirin.” Rojhan Çetînkaya di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Em nedanîna sindoqan li Herêma Kurdistanê wek leyîstokekî dinirxînin. Ez hêvî dikim ku wek hemû deverên cihanê li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî sindoq werin danîn. Hêviya min ewe ku HDP bendê derbas bike û hilbijartin di hewayek demokratîk û aram de derbas bibe.” 


 (ge/mo)