Ji Başûrê Efrîkayê Xelat ji bo Ocalan
SACP Xelata ”Pejirandina Taybet” da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Partiya Komunîst a Efrîkayê (SACP) xelateke taybet ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna sembola Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd dinase, da Ocalan.
Xelata Pejirandina Taybet di 13. Kongreya Neteweyî ya SACPê de li Eyaleta Natalê bajarê KwaZuluyê hat dayîn. Sekreterê Giştî yê SACPê Blade Nzimande ji bo dayîna vê xelatê axaftinek kir û wiha got: ”Ocalan şervanê şoreşger û enternasyonal û sembola Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e. Di bin mercên dermirovahî û erjeng de, li giraveke Tirkiyeyê di girtîgehekê de dîl hatiye girtin. Têkoşîna wî ya mezin a li dijî împeryalîzm û kolonyalîzmê ji bo gelên Rojhilata Navîn ronahiya aştî, demokrasî û sosyalîzmê ye.”
Xelata Ocalan, li ser navê Ocalan Berdevkê Însîyatîfa Navneteweyî ”Ji Bo Ocalan Azadî, Ji Bo Kurdistanê Aştî” wergirt. BErdevk Heîder jî di merasîma xelatdayînê de diyar kir ku Ocalan Serokê Têkoşîna Neteweyî ya Gelê Kurd e û di çareseriya vê pirsgirêkê de rola sereke dilîze. Heider her wiha balê kişand ser rewşa tecrîdkirina Ocalan jî û wiha berdewam kir: ”Ji 11 mehî zêdetir e ne parêzerên wî û ne jî bi malbata wî ew nedîne. Ne telefonek û ne jî nameyek nîne. Em jê tu xeberî nagirin.”
Xelatên SACPê ji her 5 salan carekê di dema kongreya partiyê de ji bo serkeftineke mezin a têkoşînê tê dayîn. Heya niha ev xelat dane Raul Castro, Che Guevara û endamên SACPê yên pêş.
Kongreya SACPê ku di 11ê tîrmehê de dest pê kir, îroj bi dawî dibe. Li gel 2 hezar delegeyî, ji 57 welatan jî mêvan beşdarê kongreyê bûne. SACP bi 150 hezar endamên xwe ve partiya siyasî ya herî mezin a Başûrê Efrîkayê ye. ‘SACP di nav hevkariya Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê (ANC) ku desthilatdar e û Kongreya Sendîkayên Başûrê Efrîkayê (COSATU) de jî cî digire.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2010î de jî, ji Komîteya Çalakiyê ya Gaziyên Têkoşîna Başûrê Efrîkayê (SVAC) ”Xelata Aştiyê ya Navneteweyî” wergirtibû.
ANF Werger: Amîda Kurd