Ji BDP'ê ji bo kongreya awarte perspektîf
BDP, lez da xebatên xwe yên der barê kongreya awarte ku dê di 14'ê cotmehê li dar bixe
ALPER ATALAY BDP, lez da xebatên xwe yên der barê kongreya awarte ku dê di 14'ê cotmehê li dar bixe. Komîsyona Amadekara Kongreyê, rojeva kongreyê û xebatan diyar kir û bi perspektîfa eşkere kir de balkişand ser pêvajoya siyasî û wiha got: " Li rojhilata navîn gelan têkoşîna azadiyê dimeşînin. Lê hikumeta AKP'ê ku tehamûlî tu mafên kurdan nake, li hemberî destkeftî û maf girtina kurdên Rojava bê tehamûlî dike."
BDP'ê di civîna ku di 26 tîrmêhê de li dar xistibû de biryar dabû ku 2'emîn Kongreya Mezin a Awarte di 14'ê cotmehê roja yekşemê de li Salona Spora Girtî ya Ahmet Taner Kişlali bê lidarxistin. BDP'ê piştî biryarê dest bi xebatên xwe kirin û Komîsyona Amadekara Kongreyê avakirin. Komîsyona ku ji Hevserokên Giştî ya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Serokê Komîsyona Rêxistinkirinê ya Navendî Nûrsel Aydogan, Rayedarê Hejmaryariya Giştî Memet Doymaz, Berdevka Meclîsa Jinan û Endama MYK'ê Kîbriye Evren, Alîkarê Hevserokên Giştî ya BDP'ê Hamît Geylanî û Endamê Meclîsa BDP'ê Hayrî Ateş pêk tê heta niha 2 caran civiyan û li ser xebatên xwe nîqaşan meşand û bernameya kongreyê zelal kir. Li gorî wê di 14'ê cotmehê de kongre bi venêrîn (yoklama) û vekirinê dest pê bike û bi hilbijartina dîwan, rêzgirtin, axaftinên hevserokan, axaftina mêvanan, avakirina komîsyona biryaran, xwendin, nirxandin û şofandina rapora xebatan, xwendin, nirxandin û şofandina rapora malî, pêşkêşkirin, nirxandin û pejirandina pêşniyarên biryaran bidome û dê bi hilbijartina hevserokên partiyê, endamên meclîsa partiyê û lijneya venêran a navendî bi dawî bibe. Di kongreyê de ne li bendê ne ku hevserok werin guhertin, lê dê meclîsa partiyê ku ji ber operasyonên bi navê KCK'ê tê meşandin hatiye valakirin, were nûkirin.
Dê bi civînên bajaran nêrînên gel bên girtin
Komîsyona Amadekara Kongreyê di civîna xwe ya ku di 8'ê tebaxê pêk anî de biryara li bajaran civînên bi mijara kongreyê li dar bixin girt. Li gorî wê Tirkiye wekî herêman hate veqetandin û ji bo hemû herêman berpirsyarek hate diyarkirin. Di van civînan de dê nêrîn û pêşniyarên gel were girtin. Di vê çarçoveyê de ji bo herêma Amedê Nûrsel Aydogan, ji bo herêma Serhedê Hamît Geylanî û Kîbriye Evren, ji bo herêma Derya Spî Memet Doymaz, ji bo herêma Marmarayê Kîbriye Evren û Hamît Geylanî, ji bo herêma Egeyê Hayrî Ateş, ji bo herêma Anatoliya navîn Mîhdî Perînçek hate diyarkirin. Her wiha parlementerên herêman jî dê beşdarî van civînan bibin. Di diyarkirina lîsteya meclîsa partiyê ev civînan bi bandor bin. Hate zanîn ku ji bilî civînan dê li bajaran heyetek were amadekirin û biçin serdana saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî. Ji bo têkiliya bi çapemeniyê jî endama MYK'ê Fîlîz Koçalî, ji bo têkiliyên derve jî endamê MYK'ê Nazmî Gur hate peywirdarkirin.
Dê PYD'ê vexwînin kongreyê
Hate zanîn ku dê nûnerên kurdên Rojava, PYD'ê û rayedarên Herêma Kurdistana Federal jî vexwînin kongreyê. Li bendê ye ku wekî kongreyên din ji qada navneteweyî de gelek kes beşdarî kongreyê bibin. Hate diyarkirin ku di kongreyê de di mijara Rojava û Sûriyeyê de dê peyamên girîng bê dayîn û kurdên Rojava di kongreyê de bibin yek ji rojeva esasî. Ji ber ku salona ku dê kongre bê lidarxistin pir ne mezin e, ji bilî delegeyan ji bajaran kêm kes beşdarî kongreyê bê kirin. Salona kongreyê dê bi rengên ku kurdan sembol dike û wêneyên kesên girîng bê xemilandin. Dirûşmeya kongreyê dê di civîna pêş ya komîsyonê de were diyarkirin.
'Gelên rojhilata navîn têkoşina azadiyê dimeşînin'
Komîsyon di civîna xwe ya ku di 8'ê tebaxê de pêk anî de her wiha perspektîf amade kir û şand bajaran. Di perspektîfa ku bi îmzeya Komîsyona Amadekara Kongreyê hate amadekirin de wiha tê gotin: " Partiya me ya ku nûnertiya siyasî ya gelên me yên ku bi daxwaza jiyanek azad û bi rumet li erdnîgariya ku hemû dewlet û hêzên emperyalîst tê de ketine şer û pêvçûnê, dijîn dike, dest bi xebatên 2'emîn Kongreya Mezin a Awarte kiriye. Pêvajoya ku em di nav de derbas dibin pir girîng e. Gelên rojhilata navîn têkoşîna azadiyê dimeşînin, hêzên emperyalîst behsa mûdaxaleyek nû dikin. Li gel têkoşîn û şerê di navbera dewletên herêmê yên wekî Îran, Iraq, Suriye, Tirkiye, Misir, Îsraîl û dewletên navneteweyî yên wekî DYA, Îngîlîstan, Fransa, Elmanya, Çîn, Rûsya didome, têkoşîn û şerê gelên me yên bi hêza cewherî ji bo avakirina xwe rêvebiriyên xwe heye. Gelê kurd jî di vê çarçoveyê de têkoşîna azadiyê dide."
‘Hate femkirin ku rewşa gelê kurd a bê statû naye qabûl kirin'
Di perspektîfê de hate diyar kirin ku tekoşîna kurdan hemû dengeyan xira dike û wiha hate berdewam kirin:
“Dewlet û hezên kuresel yên ku ev bised salin desthiladarî li ser Kurdîstan û gelê kurd berdewam dikin bi rastiya kurdan ya nû re hevnasîn bûn, femkirin ku gelê kurd rewşa bê satutiyê ye kesîn kes qabûl nakin. Mudaxaleyên derve û mal de ya li hemberî rejîma Esad berdewam dike, îsyana Konseya Sûriye ya Netewyî (KSN) û Artêşa Sûriye ya Azad (ASA) yên ku Amerîka, Katar, Suudî Erebîstan û hikûmeta AKP'ê piştgiriya çek, perê û lojîstîk dane li bajerênŞam û Halepê berdewam dike. KSN, ji ber ku xwediyê nerînên nijadperestî ye şûna rejîma Sûriyeyê demokrasiye naynî dixaze rejîmek wek AKP'ê ava bike. Em komên wek holî yên radîkal jî bifikirin dê rejîmêk hişktir ava bikin"
‘Konseya Bilind a Kurdan vîna meşrû temsîl dike’
Di perspektîfê hate gotin ku KSN, ji bo gelên li Sûriyeyê dijîn azadiyê vaat nakin bi vî sedemî ji bi taybetî helwesta kurdîstana rojava nêzîkatiyên xwe yên ji rejîma Esed dûr parest û wiha hate gotin: “Gelê kurd bi destê meclîsên xwe bi rebazên baş dest danî li ser revêberiya wir. Para yekitiya gelê kurdîstana rojava a neteweyî mezine. Konseya Bilind a Kurdan li wir vîna kurdan a meşrû temsîl dike. Geşedanên li kurdîstana rojava ji bo gelê kurd heviyên azadiyê zedê kir û hikûmeta AKP'ê ji van geşedanan aciz bû, bi texdît kir. Polîtîkayên hikûmeta AKP'ê li hemberê kurdên rojavayê lîstîkên wan yên demokrasiye derxist holê. Hikûmeta AKP'ê taxmûlê serkeftina kurdan a herî biçûk jî nake. Şorêşgeriya li Sûriyeyê hat jiyandin li Tirkiyeyê jî her ku diçê şer zedê dibe."
‘Li Tirkiyeyê li hemberê sûcê mirovahiyê kar tune’
Di perspektîfê de hate diyar kirin ku digel hemû van tiştên hatin jiyandin operasyonên “KCK” bê navber berdewam dikin û polîs, leşker taxmûla mafên kurdan yên demokratîk nakin, şîddetê bikar tîne û wiha hate berdewam kirin: “Dewlet bikarbeşiya hemû saziyên xwe sûcê mirovahiya li hemberî kurdan a wek Roboskiyê de hate jiyandin berdewam dike û dixawazi vî sûcî xef bike. Bi fermandariya hikûmeta AKP'ê terora li ser kurda a darêz, polîs, burokrasî berdewam dike. Bi piştgiriya medyayê bi rêbazên derûnî hemû rastî ji gel tê xefkirin, herî dawî li ev rastî li Şemzînan û Çelê hate xwestin bi sansura medyayê bê xefkirin."
‘Tecrîda li ser reberê gel riya paşveçûnê vedike’
Di perspektîfê de balkişandina tercîda ev salekê li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike hate kirin û wiha hate gotin: “Tecrîda Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan ev salekê zedêtir bê hiqûqî û bê ehlaqî berdewam dike. Berpirsyariyê van pevçûnan hikûmeta AKP'ê ya ku ev salekê tecrîda li ser reberê gel a bi derewên wek keştî xirabeyê berdewam dike. Konsepta hikûmeta AKP'ê vala hate derxistin. Operasyonên tasfiyê serkeft ne bû. AKP'ê a niha li hemberê tasfiyê bûna xwe ma."
‘Azadiya Ocalan peywîra herî esasî ya gel ji me dixwaze ye'
Di perspektîfte de hate diyar kirin ku di encama operasyonên siyasî lîsteya Meclîsa Partiya a ji 120 kesan pêk tê 56 kes hatiyê girtin û armanca çekirina kongreyê jî ve kemasiyê ji holê rakirinê. Rewşa şorêşên herêmê, heviya gelan a li ji BDP'ê eleqeya gelan a li hemberê Kongreya Gelan a Demokratîk, hilbijartinên herêmî, berpirsiyariyek dîrokî texê li ser milê me. Ve demê de divê ji bo partiya xwe milê kadrotiyê de hez bike. Gelê peywîrên wek li hemberê şer muzakerê, înşa kirina çareseriyê, li hemberê pekûtiyan ava kirina muxalefetê, azadiya Birêz Ocalan û ji bo aşitiyê rola xwe bilîzê ji me hevîdarê.”
Ji jinan daxwaza tevlêbûna zêde
Di perspektîfte de hate gotin ji bo jin di nav xebatên partiyê de cih bigrin hemû rêxistin xebat bimeşînin û wiha hate berdewam kirin: “Divê em bi taybet ji bo jin tevlî xebatên partiyê yên navendî bibin helwdan zedê bin. Divê hemû revêberên me ji bo tevlî bûna jinan xebatêkî baş bimeşînin. Divê ji ber ku hilbijartinin herêmî xebat balkeş bên kirin. Divên kadroyên birdoz û donanimli li navendê bixebitin. Divê helwestên komî berjewendî nekevin peşiya kongreyê. Partiya me rêzê nade ferasetêk li hemberî rojên gel azadiya xwe dijîn yên rojava xwe bikin hilbijartinên herêmî nabînê."
(dt/ab/mae)