1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji ber kolandina xendekan zarok nikarin cejnê bi hev re pîroz bikin
Ji ber kolandina xendekan zarok nikarin cejnê bi hev re pîroz bikin,ji,ber,kolandina,xendekan,zarok,nikarin,cejnê,bi,hev,re,pîroz,bikin

Ji ber kolandina xendekan zarok nikarin cejnê bi hev re pîroz bikin

A+ A-

BÎLAL GULDEM

MÊRDÎN (DÎHA) - Xendeka di navbera sînorê Nisêbîn û Qamişlo ku tên kolandin, ne tenê çûn û hatinê her wiha li ber biratî û hevdûnasandina zarokên kurd jî dibe asteng. Li her deverê zarok cejna xwe bi dilgeşî pîroz dikin lê ji ber kolandina xendekan zarokên Nisêbîn û Qamişlo bi xemgînî cejnê pîroz dikin. Zarokên Nisêbîn û Qamişlo der barê kolandina xendekan de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew kolandina xendekan naxwazin û gotin bi van xendekan dixwazin hevnasîna zarokan asteng bikin.

Li ser sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de bi salan in sînorên bi têlan hatine çêkirin, ev yek têrî desthilatdaran nekir bi mayînan jî sînor zeximtir kirin. Ji ber mayinan gelek zarokên Nisêbîn û Qamişlo jiyana xwe ji dest dane. Sînorê têlan û bi mayinan ku hatiye çêkirin, têrî desthilatdaran nekir vê carê jî di sînor de xendekan dikolin. Bi van xendekan dixwazin cihê lîstin û derbasbûna zarokan bigirin. Ji ber kolandina xendekan zarok bi xemgînin.

Her wiha xendek û dîwarên beton û bi têlan rê li pêşiya hevnasîna zarokên Nisêbînê û Qamişlo tê girtin û li ber biratiya wan astengî tê derxistin. Zarokên Nisêbînê û Qamişlo ji ber çêkirina xendek, têl û dîwaran nikarin cejna hevdû pîroz bikin û biçin gel hevdû bilîzin. Zarokên herdû aliyên sînor ku xizmên hev in li hemberî çêkirina xendekan bertekên xwe anîn ziman.

'Em naxwazin ev xendek ji me re bibin gor'

Zaroka bi navê Hanîfe Delen (13) a ji Nisêbînê ye diyar kir ku ev xendek û dîwarên tên çêkirin pêşî lê girtina hevdûnasîna zarokan digire. Delen anî ziman ku ji ber nahêlin hevalên wan ên Rojava derbasî Nisêbînê bibin ew dewletê şermezar dikin û wiha got: "Dema hevalên me derbas dibin, mayîn bi wan ve diteqin an jî leşker wan qetil dikin. Em naxwazin dîwar û xendek me ji hev cûda bikin û pêşî li ber lîstika me ya bi hev re bigirin. Em naxwazin ev xendek ji me re bibin gor. Lê dê ew xendek ji wan kesên çêdikin re bibe gor."

'Bi xendekan em tên qetilkirin'

Zarokek din a ku bi bertekek tund li hemberî xendek û dîwaran derdikeve jî Leyla Duman a 11 salî ya ji Nisêbînê ye. Duman destnîşan kir ku ew qet naxwazin xendek bên çêkirin û got ku ew soz didin dê çêkirina xendekan bi têkoşîna hêzên YPG û YPJ'ê asteng bikin. Duman da zanîn ku nahêlin hevalên wan ên Qamişlo bên Nisêbînê û got ku her tim zarok di hedefa leşkeran de ne û tên qetilkirin. Duman bi lêv kir ku bi kolandina xendêkan nahêlin ew wek zarokên Nisêbînê û Qamişlo cejna hev pîroz bikin û li dij xendekê banga çalakiyê li gel kir.

Ji ber xendekan nikare dêy û bavê xwe bibîne

Mihemed Aydin yê 17 salî jî ji Qamişlo hatiye Nisêbînê li vir maye û dayik û bavê wî jî li Qamişlo dimînin. Aydin destnîşan kir ku ew naxwazin xendek bên çêkirin û got ji bo ew dikaribin biçin Qamişlo û bên Nisêbînê diwar û xendekê naxwazin û wiha got: "Ev dîwar û xendek nahêlin em biçin xizmên xwe bibînin. Ev bû 3 sal in ez hatime Nisêbînê nikarim dayik û bavê xwe bibînim. Piştî van dîwaran danîn em nikarin biçin û bên. Min gelek bêriya dayik û bavê xwe kiriye û ez ji wan re silavê xwe dişînim." Aydin got ku pêwîste demildest ev xendek bên girtin.

Ciwanê bi navê Adnan Ahmet Hecî (19) yê ji Qamişlo bi lêv kir ku ew xendeka tê kolandin astengkirina çûna wan a Qamişlo ye û got ku ev bû 3 sal in nikarin wek berê biçin û bên.

(bd)