1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji ber mayînên DAIŞ'ê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da
Ji ber mayînên DAIŞ'ê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da,ji,ber,mayînên,daiş,ê,2,welatiyan,jiyana,xwe,ji,dest,da

Ji ber mayînên DAIŞ'ê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Li gel ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê didomin, li gundê Kunaftarê di encama teqîna mayînên ji aliyê çeteyan ve hatiye raxistin de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li Kobanê, Ziyad Farac ê 30 salî û du hevalên wî li gundê Kunaftarê dema diçûn zeviya xwe pê li mayinê kirin. Di encama teqînê de welatiyek ji Kobanê ku navê wî nehate hînbûn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ziyad Farac û jinek din ku birîndar bûne jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya li Kobanê. Jina navê wê nehatiye hînbûn li kobanê, Farac jî pêşî li Pirsûsê pişt re jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê hate dermankirin. Farac li vir li gel hemû hewldanan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Farac, rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Hate hînbûn ku malbata Farac ji bo cenaze radest bigirin hate Rihayê.

Hate diyarkirin ku cenazeyê Farac ê bavê 7 zarokan dê li Kobanê bê definkirin.

(lg)