Ji ber mayînên li sînor piyê xwe winda kir
L. Ç. ji ber mayînên sînorê Qamişlo û Nisêbînê piyê xwe winda kir
09:51 06.04.2014
ENGİN EREN
MÊRDÎN (DÎHA) - Malbata Zarokê bi navê L.Ç., ku li ser sînorê Nisêbîn Qamişlo bi mayinê piyê xwe winda kir, dê der barê rayedaran de serlêdan sûc bike.
Di 23'ê sibatê de, zarokê 12 salî L.Ç. dema li ser sînorê Nisebîn û Qamişlo bi gogê dilîst mayin bi piyê wî de teqîya û piyê xwe winda kir. Zarokê 12 salî L.Ç. dema li taxa Zeynel Abidin li nêzîe sînor bi gogê dilîst, ji ber lewheyên hişyariyê li ser sînor tune bû û mayîn nehatibû paqijkirin, pê li mayinê kir û birîndard bû.
L.Ç., ku ji piyê xwe birîndar bû, li gel ku hat dermankirin jî piyê xwe winda kir. L.Ç. anî ziman ku ji bo cîran û welatiyên taxê bêzar nekin xwestin li qada vala bilîsitn û dema çûn qadê bi gogê bilîzin jî ji ber ku lewhayê hişyariyê tune bû pê li mayinê kir û mayin bi piyê wî de teqiya.
'Bila berpirsiyar bên darizandin'
Bavê L.Ç. Aziz Ç., anî zimnan ku gel diçe li wê qadê seyranê dike û xwest bi lezgîn ew qad ji mayînan bê paqijkirin. Aziz Ç., da zanîn ku her kes di wê qadê re derbas dibe û li hemberî mayînan tu tedbîr nayên girtin. Azîz. Ç. xwest leşker û berpirsiyarên ku bûne sedema birîndarkirina kurê wî bên darizandin û cezakirin.
Dayika L.Ç. Behiye Ç. jî anî ziman ku li gel mayîn diteqin û zarok birîndar dibin jî hêj tu tedbîr nayên girtin û xwest êdî hesab bê pirsîn û wiha got: "Bi van mayînên ku li ser axa me dipêçin kurdan dikujin. Kurdan bi van zeviyên mayîn ji hev qut dikin û perçe dikin. Li gel ku L.Ç li vir piyê xwe winda kir ji hêj tu tedbîr nehatine girtin."
(mae)