1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Ji ber nebûna bernameyek diyarker a aliyên siyasî krîz mezin dibe’
‘Ji ber nebûna bernameyek diyarker a aliyên siyasî krîz mezin dibe’,ji,ber,nebûna,bernameyek,diyarker,a,aliyên,siyasî,krîz,mezin,dibe

‘Ji ber nebûna bernameyek diyarker a aliyên siyasî krîz mezin dibe’

A+ A-

RENCE EBDULLE / DERBENDÎXAN

Welatiyên qezaya Derbendîxan a Silêmaniyê diyar kir ku sedema krîzên li Herêma Kurdistanê ji ber nebûna bernameyekî diyarker û eşkere ya aliyên siyasî, krîz derketiye holê û mezin bû ye.

Der barê krîzên Herêma Kurdistanê de welatiyê niştecihê qezaya Derbendîxanê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê M. Araz ji RojNews re wiha ragihand; “Krîzên ku hene bandûrek nerênî li ser derûniya takekesên civakê dike. Ev krîz jî hemû bingeha xwe ji bêbernamebûna aliyên siyasî digire.”

Araz got ku krîzên niha li Herêma Kurdistanê hene, bandûra xwe li ser perwerde û malbatan jî dike.

Welatiyekî din ê Derbendîxanê û aktîvîstê siyasî Hekîm Ebdulkerîm ji bo ajansa me wiha axivî; “Hemû hizbên Herêma Kurdistanê tenê dema hilbijartinan de dixebitin. Ji ber armanca wan ne xizmetkirine. Yekane armanca wan desthilat e.”

Ebdulkerîm got ku ji ber partiyên Herêma Kurdistanê xwedî ti projeyên çareseriyê nînin û ji dervey berjewendiyên xwe yên teng tiştek din nafikirin, van krîzan rû daye.

(sk)