1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji ber nehatin berdan mirin
Ji ber nehatin berdan mirin,ji,ber,nehatin,berdan,mirin

Ji ber nehatin berdan mirin

A+ A-

RÛKEN ADALI - ENQERE 08.05.2014 07:00:00 Li gorî daneyên Wezareta Edaletê di sala 2013'an de li girtîgehên Tirkiyeyê 316 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dane nîşan didin rêjeya mirinên li girtîgehan ên ji ber nexweşiyan, ji sala 2006'an û pê ve gelekî zêde bûne.

Li gorî vê yekê di sala 2005'an de 59, di sala 2006'an de 157 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2007'an de 176, di sala 2008'an de 211 kes, di sala 2009'an de 287 kes, di sala 2010'an de 307 kes, di sala 2011'an de 321 kes, di sala 2012'an de 346 kes û di sala 2013'an de jî 216 girtî û hikumxwaran jiyana xwe ji dest dan.

Di rapora HDP'ê ya pêşkêşî Serokkomar Abdullah Gul kir de, çîroka girtiyên ji ber nehatine berdan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan, cih girt.

Hacer Kaya, Resûl Guner, Îsmet Ablak, Osman Yîgît, Latîf Badûr, Mehmet Aras, Mahmût Karataş, Gurgîn Kûrt, Seyithan Taşkiran tenê çend ji wan girtî û hikumxwarên ku li gel nexweşiyên giran jî nehatin berdan û li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.

HACER KAYA

Hacer Kaya ya 24 salî, kuk bi îddîaya "endama PKK'ê ye" hat girtin, nexweşa kanserê bû. Kaya ku xwendekara Zanîngeha Marmara bû, di 4'ê Nîsana 2003'an de li Girtîgeha Jin û Zarokan a li Bakirkoyê jiyana xwe ji dest da. Parêzerê Kaya Okan Yildiz di rûniştina 3'ê Nîsanê ya li DGM ya Stenbolê de xwest Kaya were berdan. Lê belê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Piştî rojekê Hacer Kaya jiyana xwe ji dest da.

RESÛL GUNER

Ji bo Resûl Guner ê bi kansera kolonê bû, Serokkomar diyar kir ku eger Saziya Tipa Edlî rapora 'Divê tedawiya wî li derve bê kirin' bide, ewê erka xwe ya efûkirinê bikar bîne.

Lê belê tevî ku Guner xwedî raporeke 'ne nebaşe li girtîgehê were ragirtin' bû jî Saziya Tipa Edlî rapor neda. Guner di 27'ê Tebaxa 2008'an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kartalê li "Koxûşa Mehkûman" jiyana xwe ji dest da.

ÎSMET ABLAK

Îsmet Ablak ê di 18'ê Tîrmeha 2009'an de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, bi teşhîsa kansera mîdê tedawî dibû. Serdozgerê Komarê yê Erzîromê Sînan Kûş da xuyakirin ku ji bo taloqkirina cezayê Ablak û ji aliyê Serokkomar ve were efûkirin ew ketine nava hewldanan lê belê hînê rapor ji Saziya Tipa Edlî nehat, Ablak jiyana xwe ji dest da.

OSMAN YÎGÎT

Osman Yîgît ê di sala 1990'î de emeliyata dil derbas kir di 27'ê Nîsana 2010'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Mersînê careke din ji dil nexweş ket û li Nexweşxaneya Balcali ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da. Yîgît piştî ku hat girtin bi hemû raporên xwe yên tenduristiyê re serî li her meqamên pêwendîdar dabû ku divê bi rêk û pêk were dermankirin, lê belê nehat berdan.

LATÎF BADÛR

Ji bo Latîf Badûr ê bi nexweşiya sîroz û tuberkuloz, di raporeke Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê de hat gotin, "Nexweş di asta herî dawî ya nexweşiyê de ye, di şert û mercên girtîgehê de nikare jiyana xwe dewam bike." Lê belê tevî vê jî nehat berdan. Li nexweşxaneyê di "Koxûşa Mehkûman" de di 7'ê Mijdara 2011'an de jiyana xwe ji dest da. Badûr ji ber ku bi doşekê dihat kelepçekirin û birçî dihat hiştin, carna çûyîna nexweşxaneyê red dikir.

MEHMET ARAS

Mehmet Aras ê 50 salî yê bi nexweşiya kanserê, ku herî dawî li Girtîgeha Tîpa H ya Erzîromê dihat ragirtin, di Adara 2011'an de ji bo were berdan li serî li Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul hatibû dayîn, lê belê encam jê derneketibû. Gul ji bo serbestberdanê Wezareta Edaletê nîşan dabû. Nexweşê kanserê Mehmet Aras ku ÎHD'ê gelek caran bal kişand ser rewşa wî, piştî ku mîda wî xwîn bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Erzîromê û di 18'ê Kanûna 2011'an d jiyana xwe ji dest da.

MAHMÛT KARATAŞ

Mahmût Karataş ê 75 salî ku di asteke bilind de nexweşê şekir bû, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Çewlikê dihat ragirtin. Karataş di 3'ê Nîsana 2012'an de jiyana xwe ji dest da. Mahmût Karataş ku berî jiyana xwe ji dest bide bîr û hişê xwe winda kir, ji bo cezayê wî bê taloqkirin û were dermankirin gelek serlêdan hat kirin lê belê ti ji wan nehatin dîtin.

GURGÎN KÛRT

Gurgîn Kûrt ê 63 salî ku bi îddîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin, li Girtîgeha Xelatê ji ber xwîn rijiya ser mejî felc bû. Kûrt ku aliyê çepê yê bedenê felc bû û nexweşê tansiyona bilind bû, di 19'ê Gulana 2013'an de li nexweşxaneya taybet a lê hat ragirtin, jiyana xwe ji dest da.

SEYÎTHAN TAŞKIRAN

Seyîthan Taşkiran ê 44 salî yê li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê dihat ragirtin, li Navenda Tipê ya Van Dûrsûn Odabaşi, di servîsa lezgîn de jiyana xwe ji dest da.


Bêjeyên Miftehî