Ji ber pankarta bi kurdî ceza girt
Ji Endama MYK'ê ya BDP'ê Kubîlay re cezayê pankarta kurdî
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Mukaddes Kubîlay ji ber ku li dijî Zagona Partiyên Siyasî tevgeriya 7 meh û nîv cezayê girtîgehê girt.
Der heqê Endama Lijneya Rêveberiya Navendî BDP'ê Mukaddes Kubîlay de ji ber ku di dema Hevserokatiya Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê dikir di avahiya BDP'ê de pankratên "Ser sala we pîroz be" û "Bijî 1 Gulan" daliqandin doz hate vekirin. Di rûniştina roja borî li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Îzmîrê hate dîtin de dadger bi hinceta Kubîlay li hemberî Zagona Partiyên Siyasî muxalefet kir 7 meh û nîv cezayê girtîgehê da.
Kubîlay, diyar kir ku ew dê biryarê temyîz bikin û ji ber cezayên berê girtin taloqkirina ceza jî tuneye. Kubîlay, anî ziman ku ceza encama polîtîkayên hikûmetê yên durû ne. Kubîlay, da zanîn ku di demên dawî de hikûmet gotinên demokratîkbûnê zêde tîne ziman û wiha got: "Hikûmet li aliyeke dibêje li pêşiya kurdî tu asteng tunene li aliyê din êrîşan li partiya me dikin. Ji ber pankarta kurdî ceza dan min. Li vir durûtiya AKP'ê derdikev holê. Ligel van cezayên AKP'ê em paşve gav navêjin û têkoşîna me dê berdewam bike."
Kubîlay, da zanîn ku dema Şaredariya Bazîdê dikir der heqê wê de dozeke hatibû vekirin û 3 meh ceza girtin û cezayê wê hatiye erêkirin.
(bd/mae)