Ji ber topên çeteyan hezar darên zeytûnê şewitîn
EFRÎN 29.09.2013 09:18:41 Ji ber topbarana komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ya li ser gundên di navbera Etma ya Idlibê û Cindêrisa Efrînê de, zêdetirî hezar darên zeytûnan şewitîn.
Komên çete yên DAIŞ’ê ku li hemberî berxwedana şervanên YPG’ê têk diçin, ji kampa bajaroka Etma ya Idlibê gundên di navbera Etma û Cindêrisa Efrîn de topbaran dikin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li gundê Dêwa 50 donim zevî şewitiye. Hate gotin ku di zeviyên aydî welatiyên bi navê Mehmûd Hesen, Xelîl Hesen, Kemal Zeyno û Cuma Hisên de, zêdetirî hezar darên zeytûnan şewitîne.
Li aliyê din 10 topên hawanê yên ku çeteyan avêtine li gundê Dêr Belût a li bakurê Etma ketin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku topek li kargeha zeyta zeytûnan ketiye û di encamê de ziyana madî çêbûye.
Hate ragihandin ku zêdetirî 20 topên hawanê li gundê Mihemediyê ya Cindêrisa Efrînê ku piraniya şêniyên wê erebin jî ketine. Çavkaniyan gotin ku topek li mizgefta gund ketiye ketiye, her wiha malên welatiyên bi navê Mihemed Qebes, Elî Horanî û Elî Mûsa ketine, di encamê de gelek ziyan li derdorê çêbûye. Hate gotin ku niştecihên van gundan malên xwe terk dikin koçber dibin.