Ji ber zextan malbatek derket serê çiyê
BEHDÎNAN
Li civaka ku bi çanda dewletê şekil girtiye, zexta li jin û zarokan her diçe zêde dibe. Jin û ciwanên li rêya reva ji van zextan digerin jî, berê xwe didin çiyayên azadiyê yên Kurdistanê. Husamettîn Kaya (18) yê bi nasnav "Hebûn Berxwedan" yek ji van ciwanan e. Kaya da xuyakirin ku ew bi diya xwe re li Bagcilar a Stenbolê li qada legal têkoşîna azadiyê meşandine lê belê rastî zexta dewleta xwe li vê rewşê ranegirtine hatine û anî ziman ku bi dehfdana dewletê re bavê wî jî zext li wan kiriye.
LI DIJÎ ZEXTAN DERKETIN SERÊ ÇIYÊ
Kaya wiha axivî: "Li aliyekî dewletê bi polîs û leşkerên xwe zext li me dikir, li aliyê din jî ji ber ku aliyê bav ne welatparêz bû, zext li me dikir. Timî em rastî zexta wî dihatin. Ji lêdanê heta heqaretê li nava malê em rastî zextê dihatin. Carekê ji ber ku tevli xwepêşandaneke demokratîk a bi armanca siyasî, hatibûm girtin. Ji ber ku bavê min di nava civakê de weke welatparêzekî nayê dîtin, hewl dan vê girtina min weke girtineke ji ber sedema edlî nîşan bidin. Wekî din zextên giran li diya min jî dikir. Nedihişt siyasetê bike, bi ti awayî destûr nedida ku li qada têkoşînê xwe îfade bike. Ji ber vê yekê me gelek caran nîqaş kirin û pirsgirêkên li nava malbatê xwe dan der. Di dema operasyonên herî dawî de ji bo neyên girtin, bi diya xwe û çar xwişk û birayên xwe re em derketin serê çiyê."
ZEXT HEBE DERKETINA SERÊ ÇIYÊ JÎ WÊ HEBE
Kaya diyar kir ku di çarçoveya giştînameya Neteweyên Yekbûyî ya HPG'ê îmze kiriye, ew bi diya wî û xwişk û birayên wî yên 13, 11, 9 û 6 salî birine herêmeke ewle ya li derveyî qadên şer, lê belê ji ber ku wî biraya tevlibûna gerîla daye, ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimîne. Kaya ev bang li civakê kir; "Heta ku di nava civakê de ev zexta li jin, zarok û ciwanan dewam bike, derketina serê çiyê jî wê her bidome. Wê tevlibûna li refên têkoşîna çekdarî zêde bibe. Eger wê rêbazeke aştiyane û demokratîk esas bê girtin, hingî divê qada azadiyê ya civakê beriya her tiştî bê berfirehkirin, bersiv ji daxwazan re bê dayîn û bi destûra bingehîn bên ewlekirin."