1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bilî Kobanê cihek nîn e!
Ji bilî Kobanê cihek nîn e!,ji,bilî,kobanê,cihek,nîn,e

Ji bilî Kobanê cihek nîn e!

A+ A-

RÛKEN ADALI 27.09.2014 06:00:29 Berî niha bi 72 salan ji bo Stalîngrad "Ji bilî Volga cihek nîn bû”. Ji ber ku Stalîngrad berxwedaneke çarenûsê bû. Îro jî ji bilî Kobanê cihek nîn e. Ji ber ku Kobanê, Stalîngrada îro ye.

Li Kobanê şerê çarenûsê yê şoreşa Rojava û gelên Rojhilata Navîn didome. Gelê Kobanê, ji siyasetmedarên wê heta şervanên wê, ji jinên wê heta zilamên wê, ji 7 salî heta 70 salî di çeperan de ne. Gelê Kurd û dostên wê li sînor di nobedê de ne.

Berdevkê YPG’ê Polat Can, di roportaja xwe ya duh de got, "Eger pêwîst bike em ê Stalîngrad biafirînin."

Di rastiyê de Kobanê wek mîsyona hilgirtiye ji zû ve bûye Stalîngrad.

Stalîngrad çawa ji bo çarenûsa Duyemîn Şerê Parvekirinê yê Emperyalîst qonaxeke girîng e, Kobanê jî ji bo çarenûsa şoreşa Rojava qonaxeke girîng e.

Stalîngrad çawa ku rê li ber pêvajoya hilweşîna Nazîzma Elman vekir, serkeftina berxwedana Kobanê jî wê pêvajoya ku tarîtiya DAIŞ dişîne sergoya dîrokê bide destpêkirin.

Stalîngrad çawa ji bo bîrdoziya sosyalîzmê sembol bû, Kobanê jî sembola bîrdozî ya şoreşa Rojava ye. Ji ber ku şoreşa Rojava li Kobanê hat hûnandin, rejîma Esad destpêkê ji Kobanê hat qewitandin. Efrîn, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Çil Axa, Tirbespiyê û Rimelan Kobanê şopandin.

Di sala 1941 de, hêzên Mîhver ên Nazîzma Elman, dema berê xwe dan xeta Lenîngrad-Moskowa-Rostov, yekemîn têkçûna xwe di mehên zivistanê de yên heman salê de li ber Moskowa jiyan. Moskowa ji aliyê Artêşa Sor ve bi serketî hat parastin. Êrîşa giştî ya li ber her sê bajaran hat rawestandin, vê carê di havîna sala 1942’yan de li eniya başûr destpê kir. Leşkerên faşîzma Elman vê carê di 23’êTebaxa sala 1942’yan de berê xwedan Stalîngrad.

Piştî 72 salan îro çeteyên DAIŞ, li Mexmûr û Cezaa li hember şervanên HPG’ê û YPG’ê ku têk çûn û şûnde vê carê jî hema bi hemû hêza xwe ya leşkerî ya li Iraq û Sûriyeyê berê xwe da Kobanê.

Fermandariya Sowyet li Stalîngrad ji gelek avahiyan xeta parastinê ava kir. Bi vî awayî gelek dever û avahî veguherîn çeperan. Şervan mal bi mal, ode bi ode, korîdor bi korîdor li ber xwe dan. Û berxwedana Stalîngrad tam 164 rojan berdewam kir.

Mlîsên karker ên yekser eleqeya wan bi şer re nîn bû di parastina Stalîngrad de cih girtin. Tank ji aliyê van karkeran ve ber bi eniyê ve hatin sewqkirin.

Îro jî şervanên Kobanê dibêjin, "Eger pêwîst bike em ê Kobanê bikin Stalîngrad." Îro jî bi hezaran ciwanên ku berê qet çek negirtine destên xwe ber bi çeperên şoreşê ve diherikin.

Artêşa Sor di Mijdara 1942’yan de Tevgera Uranus dan destpêkiri, artêşa Elman a dagirker dorpêç kirin. Di rojên destpêkê yên Sibatê de dagirkeriya Elman a li Stalîngrad bi dawî bû.

Wê li Kobanê taktîka şer a leşkerî ji niha û şûn ve çawa be em hê nizanin. Lê belê tişta emn zanin, berxwedan û çalakiyên fedayî yên şervanan didome.

Stalîn ê berî niha bi 72 salan berxwedana Stalîngrad bi rê ve dibir, di meha destpêkê ya dorpêçkirinê de biryara vekişînê ya tevayî fermandaran ji destên wan derdixe û ragihand ku wê fermandarê bê raye vekişe di dadgeha leşkerî de bê darizandin. Piştî vê biryarê di tevayî Artêşa Sor dirûşm, "Paşde gav avêtin nîn e” û "Ji bilî Volga cihek nîn e" bû.

Piştî 72 salan îro jî ji bilî Kobanê cihek nîn e!

Bila hevoka dawî: Zarokên xweşik ên tenê ji bo kenekî wan şoreş dikare bê çêkirin jiyana xwe ji dest didin.

Lewma pêwîst e Kobanê têk neçe! Wê têk neçe!


Bêjeyên Miftehî