`Ji bilî serkeftinê tu rê nemaye`
Gerîlayan bi coşek mezin Newrozê pîroz kir
Cejna azadî û vejînê Newroz li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin ji aliyê gerîlayên HPG’ê û YJA’yê ve hate pîrozkirin. Tevî Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî, gelek feramndarên gerîlayan beşdar bûn.
Gerîla di demjimêrên danê sibê de ketin ser rê û qala pîrozbahiya Newrozê li hev kom bûn. Bi beşdariya zêdetirê 150 gerîlayan merasima leşkerî hate lidarxistin. Peyama Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Serokê Navenda Parastina Gel Dûran Kalkan şandibû, hate xwendin.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê û cîhanê, Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê axivî. Sofî got; “Em weke gel û tevger piştî şert û mercên dijwar ên zivistanê, teknîka berfireh a artêşa Tirk ên bi armanca tunekirinê, dikevin bihareke nû. Berxwedana Newrozê ya beriya 2624 salan ji bo gelên Rojhilata Navîn çi îfade bike, di roja me ya îro de jî ji bo gelê Kurd, berxwedan têkoşîn û serhildana li hemberî zilmê îfade dike.”
Nûredîn Sofî got; “Mirov bi qasî ku bikaribe çarenûsa xwe diyar bike, dîsa dîroka xwe bi xwe binivîsîne û bi qasî ku azad bijî, ewqas mirov e” û wiha domand; “Çawa ku bi agirê berxweadnê yê Newrozê yê ku Kawayê Hesinkar pêxist û li hemberî zilm û dagirkeriyê gelê Kurd dîroka xwe ya berxwedana xwe bi xwe nivîsand, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bû hêvî, îro dîsa berxwedana gelê Kurd li dîrokê tê nivîsandin. Lê ji bo zaliman tiştek zêde neguherî. Çawa demek Dehaqên zalim hebûn, Sedam, Tansû û Demirelên zalim hebûn, zalimê îro jî Tayyîp Erdogan e.”
Fermandarê HPG’ê Sofî diyar kir ku gelê Kurd bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî hemû zilm, tundî û teknîkên kuştinê, berxwedaneke destanî nîşan daye.
Sofî got; “Tirs û fikara zalim û dehaqan ji vê yekê ye. ji bo pêşî li azadiya gelan bigirin serî li hemû rê û rêbazan didin. Ji bo bihar bikin payîz, ji bo ronahî bikin tarîtî, hewlek mezin didin. Zilm û tirsa dehaqan nedikarin tiştekê biguherînin, ne jî dikarin pêşî li vê volkanê bigirin. Ji bilî serkeftinê tu hincetên me nemane. Her hebûya, me nedikarî em xwe li ber tank û topên 70 salan bigirin. Çekên me hene, rêxistin û perwerdeya m hene, Rêbertiya me heye.“ Sofî got; “Dîrokê meşaleya azadiyê daye destê me dibûêje; Hûn ê heta serkeftinê bimeşin. Gelê me bi Newrozê careke din fermana azadkirina daye me. Nêrînên Rêbertiya me, berwedana şehîdên me û sekna bi heybet a gelê me ya li hemberî Dehaqan ronahiyê didin rêya me. Ji bo azadkirina Rêber APo û avakirina Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê tu astengî nikarin xwe li ber me bigirin.”
Sofî diyar kir ku Newroza 2012 di Şoreşa Kurdistanê de destpêka pêvajoyeke nû ye û got; “Ev Newroz destpêk û starta hemleyeke nû ye. Li her vî esasî em weke gerîlayên HPG’ê, ez dixwazim bêjim ku ewm weke hêza parastina rewa ya gelê Kurdistanê ji sala şoreşê re amade ne. Rêber Apo7 meh in di tecrîd, îzolasyon û îşkenceyê de berxwedaneke destanî nîşan dide. Ev sekna Rêber Apo ji bo me ferman e û perspektîfa serkeftinê ye. Ez berxwedana hemû gel û hevalên me ya bi dirûşima “An Azadî, An Azadî” silav dikim û destpêka rêya serkeftinê cejna Newrozê pîroz dikim.
Piştî axaftina Sofî, gerîlayan dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne Ey Serok” gotin. Piştre jî bernameya pîrozbahiyê ya ji aliyê gerîlayan ve hatibû amadekirin berdewam kir.
ANF NEWS AGENCY