Ji bo azadiya Kaya Turnuvaya Futbolê
Turnuvaya futbolê ya “Ji Bekîr Kaya re Azadî” tê amadekirin
BÎLAL GULDEM Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Samî Dînç a Şaredariya Wanê, piştî serdema betlanê bê navber xebatê xwe di domîne. Piştî ku hemû xwendekarên wan ketin betlana havînê, ji bo ciwanê emrê wan 15-25 salî, turnuvoya fotbolê ya bi navê “Turnuvaya ji Bekîr Kaya re Azadî” amade kirin. Mamosteyê Mala Perwerdehiyê û berpirsyarê ji turnuvayê Bahattîn Karaman agahî dan. Karaman, diyar kir ku ji bo ew girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ya bê hiquqî bînin ziman dest bi vê turnuvayê kirine û ji bo azadiya Kaya ye.
Malên perwerdehiyê ku ji aliyê şaredariyên BDP'î ve hatine vekirin, li aliyek bê navber xebatê xwe di domînin û li aliyek din jî di hedefa Walîtî û qeymeqamiyan de ne û yek bi yek tên girtin. Malên perwerdehiya piştgiriyê ku ji aliyê mamosteyên dildar û Şaredariyên BDP'î wekî navendên perwerdehiya alternatîf hatine birêxistinkirin, bûne hedefa hikûmetê yên nû. Li gel van astengdariyan û pêkutiyan ji bo zarok û ciwana xebatê alternatîf lez dide xebatê xwe. Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Samî Dînç a Şaredariya Wanê, piştî serdema betlanê bê navber xebatê xwe di domîne. Piştî ku hemû xwendekarên wan ketin betlana havînê, ji bo ciwanên 15-25 salî turnuvoya fotbolê ya bi navê “Turnuvaya ji Bekîr Kaya re Azadî” dide amadekirin. Turnuva di çarçoveya ji bo azadiya Kaya û tesîra erdhejê ji ser zarok û ciwanê Wanê rabe. Dê leyistik ji bo hemû leyistikvanê taxên Wanê be. Serlêdanê ku li konên Mala Perwerdê destpêkir, her roj zarok û ciwan bi girseyî ji bo turnuvayê diçin serlêdan dikin. Her tîmek dikare ji 16 kesan pêk bê. 11 kes leyistikvanê esîl 5 kes jî yê cîhgir e. Ev organîze mamosteyên Mala Perwedehiyê dikin û Qiluba Wansporê ya Şaredariya Wanê jî di aliyê teknîkê de piştgiriyê dide wan. Dê serlêdan heta 9’ê Tirmehê bi dome. Di 11’ê Tirmehê da jî dê maç destpê bikin.
‘Ji bo azadiya Şaredarê me Bekîr Kaya ye’
Li ser mijar û armanca turnuvayê ji Mamosteyên Mala Perwerdehiyê û berpirsyarê ji turnuvayê Bahattîn Karaman agahî dan. Karaman, diyar kir ku ji bo girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ya bê hiquqî bînin ziman dest bi vê turnuvayê kirine û wiha got: “Em vê turnuvayê di şexsê şaredarê me Bekîr Kaya û hemû şaredarên girtî de, ji bo zarok û ciwana didin amadekirin. Ji bo azadiya wan demek nêzde pêk were, me jî got bila zarok û ciwanê me bê şaredarê xwe mane. Ji bo vê yekê em dixwazin hemû zarok û ciwanê gelê me were serlêdan bikin.”
Ew dixwazinbi vê çalekiyê rewşa derûnî rakin
Karaman, anî ziman ku armanca wan vê turnavayê serekeji bo azadiya Şaredar Kaya ye û li gel vê yekê jî ji bo zarok û ciwanê Wanê tesîra erdhejê rabe kirine alternatîf. Karaman, destnîşan kir ku ew dixwazin bi vê rêze çalekiyê zarok û ciwana bikişînin nav jiyana civake û bila rewşa wan derûnî baş bibe. Karaman, da zanîn ku ew di navbera 15-25 salî ku kesê emrê wan hene digirin û wiha domand: “Em dixwazin bila zarok û ciwan werin ba me serlêdan bikin. Emê li taxa Şaxbaxî dest bi maçê dikin. Dê hemû tîmên taxan bên li wir bi leyizin. Emê turnuvaya fînalê li stadyuma bajêr li dar bixin. Em dixwazin turnuvaya me xurt derbas bibe. Her çiqas derfetek biçûk be jî, me biryar da ku bila fêda me bigîhje zarok û ciwanê me Wanê.” Karaman, anî ziman ku turnuva di 11’ê Tirmehê de destpê dike heta çi wextê turnuva xelas bibe dê leyistik bi dome. Karaman, got ku dê di maçan de têkçûyîna tîman diyar bike ka çend tîm tevlî turnuvayê dibin.
Karaman, diyar kir ku wan derdora 34-35 tîman proje kirine û got di aliyê teknîkê de jî Qiluba Wansporê ya Şaredariya Wanê hemû alîkariyê dide wan. Karaman, bi lêv kir ku dema tîma bi ser bikeve dê wan xelat bikin.
(bg/mae)