Ji bo azadiya Ocalan li Wanê 450 hezar îmze
AZÎZ ORUÇ
WAN (DÎHA) - Li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo Ocalan Azadî" ku ji aliyê DOKH'ê ve hatiye destpêkirin de heta niha 450 hezar îmze hatin berhevkirin. Di kampanyayê de armanc berhevkirina 600 hezar îmzeyan e.
Li Wanê ji aliyê Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (TJDA-DOKH) ve 5 meh beriya niha ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi navê "Jin ji bo Rêberê xwe û azadiya xwe di têkoşînê de ne" kampanyaya îmzeyê hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha li 450 hezar welatiyan ji bo azadiya Ocalan îmze dane. Aktivîsta TJDA'yê Esen Gunay diyar kir ku wê kampanyaya wan heta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bidome û da zanîn ku armanca wan ewe ku heta wê demê 600 hezar îmzeyan berhev bikin. Gunay, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê dê her wiha panel, semîner û hin çalakiyên din jî lidar bixin.
Gunay, anî ziman ku ji bo berhevkirina îmzeyan ew mal bi mal, tax bi tax digerin û li ber deriyê welatiyan îmzeyên wan digirin. Gunay der barê armanca kampanyayê da ku bi tevahiya Tirkiyeyê belav bûyede agahî dan û da zanîn ku armanca wan ya giştî berhevkirina 7 milyon îmzeyana e. Gunay, derbirî ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, îmzeyên hatine berhevkirin wê pêşkeşî Serokkomartiyê bikin.
Gunay, bilêv kir ku wan tenê li navenda bajar xebat nemeşandiye û da zanîn ku wan li navçeyên Bêgirî û Şaxê jî ji bo îmzeyan li gel standan kon jî vekirine û li van devaran jî xebat bi heman şiklî hatine meşandin. Gunay, got ku li Wanê jî konek bi heman hincetê vedane û di vî konî de wan li ser felsefeya Ocalan nîqaş meşandine. Gunay bang li hemû jinan kir ku tevli kampanyê bibin û got, "Heta Rêberê me azad nebe, em dev ji têkoşîna xwe bernadin."
(lg)