1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Ji bo azadiya çapemeniyê çalakî"
"Ji bo azadiya çapemeniyê çalakî",ji,bo,azadiya,çapemeniyê,çalakî

"Ji bo azadiya çapemeniyê çalakî"

Ji Nûnera Azadiya Çapemeniyê ya AGÎT'ê daxwaza ji bo azadiya çapemeniyê 'plansaziya çalakiyan'

A+ A-

Nûnera Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGÎT) Dunja Mijatovic diyar kir ku di hevdîtina bi rayedarên hikûmetê de ji bo ku Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMY), Qanûna Cezayê û Qanûna Înternetê de guhertin bên kirin xwest di demeke kin de "plansaziya çalakiyan" bê amadekirin.

Nûnera Azadiya Çapemeniyê yê AGÎT'ê Dunja Mijatovic di serdana xwe ya Tirkiyeyê de têkîliyên xwe didomîne. Dunja Mijatovic roja borî li Zanîngeha Enqereyê tevli panela bi navê "Tirkiye û Azadiya Îfadekirinê" ya ji aliyê Navenda Mafên Mirovan ve hate lidarxistin bû. Mijatovic, piştî hevdîtinên xwe yên bi rayedarên hikûmetê re hate Stenbolê. Mijatovic, li Zanîngeha Bîlgiyê tevli panela "Tirkiye û li herêma AGÎT'ê Azadiya Çapemeniyê" bû û der barê têkîliyên xwe yên li Tirkiyeyê de agahî da beşdaran.

Yekem serdana fermî

Mijatovic diyar kir ku piştî ku beşa Azadiya Çapemeniyê ya AGÎT'ê hatiye damezirandin heta niha yekem serdana fermî pêk hatiye û bi Serokwezîrtî, Wezareta Dadê, Wezadeta Ragihandinê re hevdîtin pêk aniye. Mijatovic diyar kir ku di hevdîtinan de ji rayedarên hikûmetê de ji bo ku Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMY), Qanûna Cezayê û Qanûna Înternetê de guhertin bên kirin xwest di demeke kin de "plansaziya çalakiyan" bê amadekirin.

Mijatovic destnîşan kir ku li cihanê pirsgirêkên têkîldarî azadiya çapemeniyê ji pirsgirêkên din ên civakê re cudatir nikare bê çareserkirin û wiha axivî: "Hikûmet di van mijaran de dereng tevdigere, dereng gavan davêje, heke îradeyeke siyasî û daxwaza civakeke azad nebe azaduya çapemeniyê jî pêk nayê." Mijatovic anî ziman ku li welatan di warê çapemeniya azad de pirsgirêkên xweser hebin jî pirsgirêkên hevpar jî hene.

'Em nikarin danasîna rojnamegeriyê bikin'

Mijatovic got ku hewldaneke wan a ji bo danasîna rojnamegeriyê bikin nîn e û heke kesekî ku nikaribe fikrên xwe îfade bike hebe ev dikeve çarçoveya peywira wan û wiha berdewam kir: "Çapemeniya civakî girîng e. Ev yek piştî bûyerên li Afrîkaya Bakur diyar bû. Bi aweyeke zelal tê dîtin, gelek hikûmet ditirsin û dengên rexneyî dixwazin bibirin. Ji ber ku dibêjin qet ev tişt ji înternetê diqewime. Lê înternet tenê amûreke. Şoreş ji ber ku li pişt wî mirov hene pêk tên."

Mijatovic bilêv kir ku ew ê îro biçe serdana hin rojnamegerên girtî. DÎHA (sa)