Ji bo aştiyê dê hezar û 826 kîlometre bimeşin
STENBOL (DÎHA) - Sê meşvanên aştiyê ku duh ji Beykoza Stenbolê ber bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve derketin rê meşa xwe didomînin. Meşvanên Aştiyê dê di 3 mehan de hezar û 826 kilometre rê bimeşin. Meşvanên aştiyê armanc dikin ku heta Şemzînanê xwe bigînin milyonek mirov û armanca xwe bi wan re parve bikin û li dijî AKP'ê dijberiya xwe bînin ziman.
Sê Meşvanên Aştiyê yên li dijî polîtikayên îxtîdara AKP'ê ya şer duh ji navçeya Beykoz a Stenbolê derketin rê di roja duyemîn de meşa xwe berdewam dikin. Meşvanên Aştiyê Vedat Çamli, Mustafa Aksoy û Resul Kalyoncu duh bi tîşortên spî li gel astengî û binçavkirinê dîsa ji Beyzokê derketin rê û berê xwe dan Şemzînanê ya Colemêrgê. Meşvanên Aştiyê Resul Kalyoncu, Vedat Çamli û Mustafa Aksoy, dê ji Stenbolê heta Colemêrgê 3 mehan hezar û 826 kilometre rê bimeşin. Heman 3 meşvanên aştiyê sala par jî dîsa di 27'ê Îlona 2015'an de ji Beykozê derketibûn rê û heta 17'ê Mijdara 2015'an heta Sînorê Sarp yê Deriyê Gurcistan meşiyabûn. Meşa ku duh li Stenbolê dest pê kir dê 3 mehan berdewam bike.
Di roja yekem a meşê de nûçegîhanên DÎHA'yê bi wan re rêwîtî kir û der barê armanca meşêde nerînên wan girt.
Meşvanê Aştiyê Resul Kalyoncu (37) diyar kir ku ew dê fînala meşa xwe li Navçeya Şemzînanê bi dawî bikin û wiha got: "Şemzînan sînorê herî dawî yê Tirkiyeyê ye. Ji bo em ji milekî heta milê din ê Tirkiye xwe bigînin hemû welatiyan em dê meşek wisa dirêj bimeşin. Em dixwazin di rêya xwe de armanc û girîngiya aştiyê ji hemû mirovên di rê de me pêşwazî bikin parve bikin. Sala par de di 27'ê Îlona 2015'an de ji Beykozê heta Deriyê Sînor ê Sarpê 52 rojan meşiyan. Niha jî em dê heta Şemzînanê hezar û 826 kîlometre bimeşin. Em armanc dikin ku 70-90 rojan bimeşin û armanca xwe bi milyonak mirov re bigêjin hev. Dem dema rabûna ser piyan e. Armanca pêşxistina aştiyê ye. Em dixwazin gelê me hev hembêz bikin û li aştiyê xwedî derkevin. Em dê di meşa xwe de girîngî û wateya aştiyê parve bikin.
Xwendekarê Havaniya Sivîl a Qeyseriyê Mustafa Aksoy (24) anî ziman ku armanca wan a esasî avakirina cîhanek ku mirov û sewal lê neyên kuştin e. Aksoy xwest hemû mirovên li ser cîhanê li dijî aştiyê bertekên xwe bînin ziman û wiha got: "Mafê hemû zindiyên li ser ruyê cîhanê yê jiyanê heye. Em li dijî şewata daristanan û hemû kuştinên zindiyan dimeşin.
Xwendekarê Zanîngeha Teknîkê yê Karadeniz Vedat Çamlı (22) anî ziman ku ew ji bo meşê ji Qersê hat Stenbolê û anî ziman ku meşa wan ji bo aştiya gerdûnê ye.
(mae)