Ji bo cenazeyan meşên girseyî
Ji bo cenazeyên ku li Meletiyê têne rawestandin û tê îdiakirin ku aydî HPG'iyan e bi banga BDP û KCD'ê li Bismîl, Silopî, Cizîr, Qoser û Serêkaniyê meşên bi girseyî hatin lidarxistin.
Li Bismîlê ji bo 24 canezeyên li Meletiyê tên rawestandin û hate îdiakirin ku aydî HPG'iyan e esnafan derebe venekirin. Bi hezeran kesên di nav de şaredar Cemîle Emînoglu û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bismîlê Kerem Amaç jî di nav de li ber avahiya BDP'ê kom bûn. Pankarta "Em ê feraseta şer a AKP'ê bi têkoşîna xwe têk bibin" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û ber bi cadeya Natoyê ve meşiyan. Li cadeya natoyê rêveberê BDP'a Bismîlê Mehmet Ceylan axivî û got ku hikûmeta AKP'ê ji bilî şer tiştekî nafikire û çekên kîmyewî ku di şerên navnetewî de jî nayên bikaranîn li dijî HPG'iyan tên bikaranîn.
Ceylan bang li hikûmetê kir û wiha got: "Hûn nikarin bi îmha û înkarê gelê kurd tune bikin. Heke hûn çareseriyê digerin, riya çareseriyê li Îmraliyê û muzakereyan de ye."
Piştî daxuyaniyê ciwanên ku xwestin cardin bimeşin rastî êrîşa polîsan hatin û polîsan li cihê ku Halîl Îbrahîm Oruç hatibû qetilkirin bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv dan polîsan. Di bûyeran de 3 kes hatin binçavkirin. Ciwanên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bismîlê.
CIZÎR
Li Cizîrê bi hezaran kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûn pankarta "Ji şer, tecrîd û qirkirinê siyasî re na" vekirin û ber bi taxa Nuhê ve dest bi meşê kirin. Piştî ku polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin girse kete kolaneke din û meşa xwe berdewam kir. Girseya ku ji taxa Nuhê derket cadeya Hezexê li vir jî rastî êrîşê hat. Li gel bombeyên gazê girseyê rê ji trafîkê re girt û 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî çalakiya rûniştinê polîsan barîqat rakirin û girseyê jî meşa xwe berdewam kir.
Li taxa Cudiyê gel eleqeyeke mezin nîşanî meşê da. Girseya ku ji taxa Cudî derbasî Qada Newrozê bû li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Cizîrê her tim li ser piyan be û li dijî êrîşan dê bêdeng nemîne. Piştî daxuyaniyê girse ji bo ku astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist. Dema ku girse belav bû li cadeya Hezexê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de didome. Polîs bombeyên gazê diavêjin, ciwan jî bi kevir û molotofan bersivê didin polîsan.
SILOPÎ
Li navçeya Silopiyê ku derebe venebûn de jî bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê kom bûn û bi slogan û çepikan dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de pankarta "Botan keleha berxwedanê ye bi qirkirinên siyasî û leşkerî nayê teslîmgirtin" û wêneyên Çîçek Kiçî, Rustem Cudî û Alîşer Koçgîrî hatin rakirin.
Dema ku li navenda navçeyê polîsan xwestin girseyê abteng bikin di navbera girse û polîsan de alozî derket. Piştî ku BDP'î ketin navberê bi hezaran kes careke din dest bi meşê kirin. Bi hezaran kes ji wir hatin ber avahiya BDP'ê û li vir daxuyanî hate dayîn. Rêveberê BDP'ê Kamîl Demîrhan li vir daxuyanî da û got ku li gel karesata hatiye jiyîn AKP operasyonên leşkerî û siyasî pêk tîne. Endama ÎNsiyatîfa Dayikên Aştiyê Melîha Atak jî bal kişand li ser şerê ku ev 30 sal in didome û got berpirsyarê vî şerî Tayyîp Erdogan e. Çalakî bi çepik û sloganan bi dawî bû.
SEREKANIYÊ
Li navçeya Serekaniyê ya Rihayê jî Rêxistina BDP'ê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da. Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Serêkaniyê û endamên meclîsa şaredariyê jî beşdarî çalakiyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'a Serêkaniyê Şukru Kahraman daxuyanî da û bal kişand li ser erdheja Wanê. Kahraman got ku ji bo polîtîkayên cudakar ên AKP'ê windahî zêde bûne. Kahraman anî ziman ku li gel van êşan AKP operasyonên siyasî û leşkerî didomîne. Kahraman xwest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
QOSER
Rêxitina BDP'ê ya Qoserê, ji bo şermezarkirina astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo 24 cenazeyên li Meletiyê li ber avahiya BDP'ê heta Qada Azadiyê meşêk li dar xist. Seroka Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Gurbet Tekîn, Wekîla Şaredariya Qoserê Şerîfe Alp,endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Pêkutî nikare me bezar bike" û "Bijî Serok Apo" hate berz kirin. Piştî meşa li Qada Azadiyê dawî bû li vir ser navê girseyê Seroka Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Gurbet Tekîn daxuyanî xwend.
'Bila dewlet û hikûmet ji xeletiyê vegerin'
Tekîn, diyar kir ku Ocalan îfade kiriyê ku ew her tim ji bo aşitiyê amadeyê û got lê hikûmet û dewletê diyalog biriyê. Tekîn bal kişand li ser operasoynên leşkerî siyasî û wiha axivî: "Dive dewleta tirk û hikûmet bi lezgînî ji xeletiyê vegerê, bila bi lezgînî dest bi diyaloge bikin. Cenazeyên li Saziya Edlî Tipa Meletiyê bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Berpisyarê van mirinan hikûmeta AKP yê. Bila edî ev şer dawî bibe. Bila dilê dayikên kurd û tirk ne şewite. "
Piştî axaftine çalakî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqê dawî bû. DÎHA (dt/sa)