1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Cenevre-2’ê trafîka dîplomasiyê
Ji bo Cenevre-2’ê trafîka dîplomasiyê,ji,bo,cenevre,2,ê,trafîka,dîplomasiyê

Ji bo Cenevre-2’ê trafîka dîplomasiyê

A+ A-

Parîs 13.01.2014 09:29:55 Wezîrê karê derve yê DYA, Almanya, Fransa, Îngîlîstan, Suudî Erebîstan û Tirkiyeyê û mudaxaleta Sûriyeyê li Parîsê hatin cem hev.

Piştî civînê wezîrê karê Derve yê Fransayê Laurent Fabîus got: “Li Sûriyeyê yekane çareserî siyasiye. Em neçarin bi serbikevin.”

Fabîus diyar kirin ku hêviya wan eve ku ev konferans j ibo pêvajoya derbasbûna siyasî ya welat defetan biafirîne û wiha got: “Ji bilî çareseriya siyasî riyeke din krîza Sûriyeyê bi dawî nake. Piştgiriya xwe ya bo muxalîfên Sûriyeyê me careke din îro teyîd kir.

Piştî civînê ji Koalîsyona Netewî a Sûriyeyê Ahmet Carba jî daxuyaniyek da. Cerba diyar kir ku bê Başar El Esad di çareseriyê de israr dikin û got Zîrveya Cenevreyê dê bibe nokteya dîrokî û got: “ me nêrîna xwe vegot. Me got ku Esad û malbata xwe tu pêşeroja wan li Sûriyeyê nîne.

Carba got di 17’ê Çile de biryara xwe dê aşkera bikin û piştî civînê di mijara ku tevli civînê bibin an na jî dê daxuyaniyek bidin.

Welatên ku navê Dostên Sûriyeyê li xwe danîn encamnameya civînê jî weşandin.

Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku divê gelê Sûriyeyê bi îradeya xwe ya azad biryara pêşeroja xwe bide û hat gotin ku divê bi Cenevre-2’ê re gelê Sûriyeyê biryara pêşeroja xwe bide û ji rejîma despot xilas bibe.

Di encamnameyê de êrîşên rejîma Sûriyeyê hat şermezarkirin.