Ji bo darvekirinên li Îranê raweste bang
TAHRAN 30.05.2014 07:06:26 Li Îranê darvekirina girtiyên siyasî bi lez û bez didome û ji bo Gulamriza Hosravî yê li bende darvekirinê ye, ban li hêzên navnetewî û parêzvanên mafê mirovan hat kirin. Hejmara kesên di sala dawî de li Îranê hatin darvekirin herî kêm 600 e û ji van ji 3’an yek kurd e.
Sekreteriya Konseya Berxwedana Netewî ya Îranê daxuyaniyek da û da zanîn ku Hosravî yê ku di 2012’an de cezayê darvekirinê lê birîne divê pêşî lê bê girtin. Her wiha hat gotin ku Hosravî yê 49 salî di meha Nîsanê de li girtîgeha Evînê rastî êrîşê hatiye û bi birîndarî xistine hucreyê.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Hosravî di salên 80’ê cara yekem dikeve girtîgehê 16 saliye û 5 sal şûnde tê berdan û di 2007’an de dîsa tê girtin. Hosravî di 2012’an de rastî cezayê darvekirinê tê. Li gorî daxuyaniyê Hosravî di girtîgehê de rastî zext û îşkenceyên mezin hatine.
Di daxuyaniyê de bang li parêzvanên mafê mirovan yên Navnetewî, Yekitiya Ewropayê (YE), Netewên Yekbûyî (NY) û Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) hat kirin ku pêşî li vê darvekirinê bigirin.
NÊZÎ 60 KURD ÊN SIYASÎ LI BENDE DARVEKIRINÊ NE
Li Îranê niha gelek muxalîfên siyasî yên Îranê û siyasetmedarên kurd bi darvekirinê re rû bi rû ne. roja pêncşema borî girtiyên kurd Amîne Tosin, Gulçîn Nurî, Faruk Mofesîrî û Yusuf Marufî hatin darvekirin.
Di 9’ê Gulana 2010’an de Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Alî Haydariyan, di 26’ê cotmeha 2013’an de siyasetmedarên kurd Hebîbullah Gulperîpur, li girtîgeha Urmiyê hat darvekirin.
Ji serê sala 2014’an het aniha li Îranê 176 kes hatin darvekirin û ji vana 16 heb kurd bûn. Niha di girtîgehên Îranê de 60 kurd li bende darvekirinê ne.
TÊ ÎDIAKIRIN DEMA ROHANÎ DE HERÎ KÊM 200 KURD HATINE DARVEKIRIN
Lê tê texmîn kirin ku di hejmar akurdên hatin darvekirin de zêde bûnek heye. tê gotin ku dema desthilatdariya serokomarê nû Hasan Rohanî de nêzî 200 kurdî hatine darvekirin. Lê tê gotin ku naveroka dosyaya hatiye guhertin wek sûcê edlî nîşan daye.