1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo doza çapemeniyê ya ‘KCK’ê’ bangewazî
Ji bo doza çapemeniyê ya ‘KCK’ê’ bangewazî,ji,bo,doza,çapemeniyê,ya,kck,ê,bangewazî

Ji bo doza çapemeniyê ya ‘KCK’ê’ bangewazî

A+ A-

STENBOL 19.09.2013 ANF Rojnameya Ozgur Gundem, DÎHA, Azadiya Welat, Govara Demokratîk Modernîte û Firat Dagitim bi daxuyaniyeke, bang li hemû rojnamevanan kirin ku di cih de doza çapemeniyê ya 'KCK'ê ya 25'ê Îlonê bişopînin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di ser operasyona qirkirina siyasî ya 20'ê Kanûna 2011'an re nêzî 21 meh derbas bûne û hat bibîr xist ku 22 jê girtî 46 rojnamevanên ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê tên darizandin, dê di 25'ê Îlonê roja Çarşemê de derkevin rûniştina şeşemîn a dozê.

Saziyên ku banga hişyarî û berprsiyariyê li rojnamevanan kirin, di heman demê hemû rojnamevan vexwendin daxuyaniya çapemeniyê ya 22'ê Îlonê Roja Yekşemê saet di 18'an de li ber Lîseya Galatasarayê.

Saziyên mijara gotinê her weha ji rojnamevanan xwest ku rûniştina 6. a dozê ya di 25'ê Îlonê de destpê dike û wê di 27'ê Îlonê de bi dawî bibe, di cih de bişopînin.