1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Ji bo em karibin deng bikar bînin tenê seatekî şivantiya me bikin!"
"Ji bo em karibin deng bikar bînin tenê seatekî şivantiya me bikin!",ji,bo,em,karibin,deng,bikar,bînin,tenê,seatekî,şivantiya,me,bikin

"Ji bo em karibin deng bikar bînin tenê seatekî şivantiya me bikin!"

Koçer bang li HDP'ê kirin: Ji bo em karibin deng bikar bînin tenê seatekî şivantiya me bikin!

A+ A-

ERDOGAN ALTAN / OZGUR PAKSOY

ŞIRNEX (DÎHA) - Koçerên bi hatina meha havînê re sewalên xwe ji Silopî ber bi zozanên li qontarên Çiyayê Kato ve birin, diyar kirin ku ji bo ew karibin di 7'ê hezîranê de dengê xwe bikar bînin divê biçin Silopî. Koçeran xwest ku HDP di 7'ê hezîranê de alîkariya wan bike û ji bo seatekê kesek xwedî li zozan û sewalên wan derkeve.

Koçerên bi hatina biharê derdikevin zozanan îsal jî berê xwe dane qontara çiyayên Katoyê. Koçerên ku nêzî 200 kes û bi hezaran sewalên xwe ve derketine zozanan, diyar kirin ku ew wekî partî ketine hilbijartinê û hilbijartinê pir girîng dibînin. Koçeran xwest ku HDP roja hilbijartinê alîkariya wan bike ku biçin dengê xwe bidin. Şivanê koçeran Ahret Şeflek (23) diyar kir ku heke ew roj karibe here Silopiyê dixwaze dengê xwe bikar bîne. Şeflek, da zanîn ku lê tê zanîn karê wan şivantiye, divê pez belav nebin û wiha got: "Bi rastî divê ew roj şivantî bê kirin. Lê çi dibe bila bibe em dixwazin dengê xwe bikar bînin. Ji ber vê yekê em ji HDP'ê alîkarî dixwazin."

'Divê HDP di bin bendavê de nemîn e'

Ji koçeran Abdullah Mete jî, diyar kir ku tenê HDP mafê wan diparêze û da zanîn ku ji ber vê yekê divê teqez HDP bendê derbas bike. Mete, destnîşan kir ku divê her kes di vê mijarî de bi hîstiyarî tevbigere û ev tişt gotin: "Bila HDP ji bo deng bikaranînê alîkariya koçerên li zozanan bike. Ji bo dengê xwe karibe bikar bîne bi wesayîtê wan bibin navçeya Silopî û xwedî li wan derbikeve. Esas çi dibe bila bibe em dê ji bo dengê xwe bikar bînim lê dîsa jî hêsanî bê kirin."

'Teqez divê koçer dengê xwe bikar bînin'

Ahmedê Xelîl jî bang li hemû Koçeran kir û diyar kir ku ji bo HDP di bin bendavê de nemîne û hemû koçer dengê xwe bikar bînin û wiha pêde çû: "Ji bo vê jî em bang li HDP'ê jî dikin, di vê mijarî de alîkariyek bikin. Esas dema em wê rojê zozanan ango pez berdin dê tengasî çêbibe lê heke HDP alîkariyê bike em dê vê jî derbas bikin û dengê xwe bi rehetî bavêjin." Berîvan Tayboga jî diyar kir ku ew hem wekî koçer hem jî wekî jin xwe di HDP'ê de dibînin û wiha pê de çû: "Ev hilbijartin ji bo jinan pir girîng e. Ji bo HDP bendavê derbas bike em bi dehan kîlometreyan bimeşin jî em dê dengê xwe bikar bînin." Abdurahmanê Hesin (69) jî got ku ew li ser destan be jî dê biçe dengê xwe bide bikar bîne.

(ea/eb)