1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Encu daxwaza 22 sal cezayê girtîgehê
Ji bo Encu daxwaza 22 sal cezayê girtîgehê,ji,bo,encu,daxwaza,22,sal,cezayê,girtîgehê

Ji bo Encu daxwaza 22 sal cezayê girtîgehê

A+ A-

AMED - Di îdianameya duyemîn a der barê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu de, ji ber axaftinên di nobeta edaletê ya komkujiya Roboskiyê û parvekirinên wî yên medyaya civakî, heta 22 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, lêpirsîna der barê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê di 4'ê Mijdara 2016'an de hat girtin de temam kir û îdianame amade kir.

Di îdianameya 9 rûpelî ya ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat qebûlkirin de, bi tawanbariyên "Dijraberiya Qanûna Îdarî ya Bajêr a Jimareya 5442'yan", 2 caran "Birêvebirin û beşdarbûna civîn, meş û xwepêşandanên derqanûnî" û "Endamtiya Rêxistinê" der barê Encu de heta 22 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.

Di îdianameyê de, di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî beşdarbûna çalakiyên di navbera salên 2015-2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve de çûyîna wî ya Silopiya û Hezexê, parvekirinên li ser hesabê Twitterê yê têkildarî binpêkirinên mafan ên li van navçeyan û li Şirnexê beşdarbûyîna daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî salvegera komkujiya Roboskiyê wek delîlên sûcî hatin hesibandin.

BI LEZ Û BEZEKÊ ÎDIANAMEYA DUYEMÎN

Serdozgerê Komarê yê Şirnexê Mehmet Patlak, der barê Encu de piştî 5 salan têkildarî derbkirina Qaymeqamê Qilebanê Naif Yavuz ê piştî qetlîama Roboskiyê di dema serdana şînê de hatibû derbkirin, îdianame amadekiribû û di vê îdanaemeyê de daxwaz kiribû ku heta hetayê bi cezayê girtîgehê Encu bê amadekirin, piştî vê îdianameyê bi lez û bez îdianameya duyemîn amade kir.

AXAFTINA DI NOBETA EDALETÊ DE

Malbatên Roboskiyê di 28'ê her mehê de li ber Walîtiya Şirnexê nobeta edaletê li dar dixin. Encu yê beşdarî nobetê û axivî, di îdianameyê de ev axaftina wî wek sûc hat hesibandin: "Hûn hemû dizanin, 2 sal berê wek rojeke noha ji ber çêkirina qereqolan protesto kir Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û îro duyemîn salvegera mirina wî ye. Em li vir careke wê feraset û kesên ku li ser vê xakê êşê bi me didin kişandin, li Rojhilata Navîn, li Rojavayê, li Kurdistanê û Tirkiyeyê kiryarên nediyar pêk tînin, komkujiyan pêk tînin, derhuqûqiyan dikin şermezar dikin."

PARVEKIRINÊN ENCU YÊN WEK SÛC HATIN HESIBDANIN

Piştî pevçûnên li di 25'ê Îlona 2015'an ên li Elkêya Şirnexê, Encu di hesabê xwe yê Twitterê de ev parvekirin kiribûn: "Me îro kesên li Gundê Hîsarê yê Elkê di encama topên hewanê yên leşkeran de jiyana xwe ji dest dan definkirin.", Gelê ber bi çiyayên Berçiyayê ve çûn barîqatên leşkeran derbas kirin û ber bi herêma cenaze lê ne ve diçe" û "Em tevî gelê Elkê li cihên pevçûna ne. Gelê xwest cenazeyên xwe wergirin rastî mudaxileya leşkeran hatin." Her wiha di van parvekirinan de wêneyên wî jî hebûn û wek "Propagandaya rêxistinê" hatin hesibandin.

DAXUYANÎ Û PARVEKIRINÊN DI DEMA QEDEXEYÊN DERKETINA DERVE DE SÛC HATIN HESIBANDIN

Di dema qedexeya derketina derva ya di 14'ê Kanûna 2015'an de li Silopiyayê hat îlankirin, Enc tevî Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan İrmezê li navçeyê bû. Ji bo qedexe bê rakirin û dawî li pevçûnan bê tevî gel daxuyanî dabûn û ev daxuyanî wek sûc hat hesibandin.

Di îdianameyê de endamê Meclîsa Şaredariya Cizirî Abdulhamit Poçal, bavê 3 zarokan Mehmet Kaplan û Ahmet Tunç ên di dema qedexeya derketina derve de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin wek "mensûbên rêxistinê hatin nîşandan û di dema definkirina cenazeyê her sê kesan de axaftina Encu wek "Propgandaya rêxistinê" hat hesibandin.

Her wiha di dema qedexeya derketina derve ya li Hezexê, parvekirinên Encu yên têkildarî pêkanînên li navçeyê jî wek "Propagandaya rêxistinê" hatin hesibandin.

DAXWAZA 22 SALAN CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ

Di îdianameya hat amadekirin de axaftina Encu ya di nobeta edaletê ya malbatên Roboskiyê de, daxuyaniyên wî yên têkildarî rakirina qedexeyên derketina derve yên li Cizîr, Silopî û Hezexê û yên ji bo dawî li pevçûnan bên, beşdarbûna merasîma cenazeyên kesên di pevçûnên li Elkê de jiyana xwe ji dest dan, parvekirinên wî yên civaka medyayî wek sûc hatin hesibandin û îdiaya "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" heta 22 salan cezayê girtîgehê cezakirina wî hat xwestin.