Ji bo Garcîa Marquez sê rojan şîna netewî hat îlankirin
BOGOTA 18.04.2014 09:25:53 Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ji bo nivîskarê Kolombiyayê yê Xelata Wêjeya Nobelê girtî Gabrîel Garcîa Marquez yê 87 salî ku jiyana xwe ji dest da sê rojan şîna netewî îlan kir.
Santos di televîzyonê de daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku ji bo bîranîna Gabrîel Garcîa Marquez sê rojan şîlan netewî îlan kiriye.
Her wiha talîmat da ku hemû saziyên cemawerî alên xwe daxînin û got hêvî dikin ku her Kolombiyayê li malên xwe jî heman tiştî bikin.
Garcîa Marquez ku yek ji nivîskarên herî mezin yê dîroka wêjeya zimanê Îspanyolî dihat nasîn tedawiya zatureyî ditî. Marquez ji sala 1961’ê heta niha Meksîkayê bi cih bibû û li mala xwe jiyana xwe ji dest da.
Santos di berdewamiya axaftin axwe de wiha got: “Hemû Kolombiya di şînê de ye.ji ber hezkiriyekî xwe wenda kirin.”
Santos der barê ku cenaze li Kolombiyayê an jî Meksîkayê bê veşartin de tiştek negot.