1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji bo gerîla çiya jiyan bi xwe ye
Ji bo gerîla çiya jiyan bi xwe ye,ji,bo,gerîla,çiya,jiyan,bi,xwe,ye

Ji bo gerîla çiya jiyan bi xwe ye

Dokûmantera "Bakur" a Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû têgihiştina dewletê der heqê PKK'ê de afirandiye, dişikîne

A+ A-

Stenbol / Anf - Zeynep Kûray Nêrîna PKK'ê li dewletê, edaletê û otorîteyê çi ye? Têkiliyên PKK'ê yên bi gel re xwe dispêrin çi? Tevgera Kurd bi çi rengî bû têkoşîneke azadiyê ya tevgera jinê esas digire? Gerîlayên ev 40 sal in di mercên şer de dijîn, bi çi rengî li hemberî mercên çiyê yên çar demsalan disekinin? Derhêner Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavînoglû yên bi dokûmantera bi navê "Bakur" dan dû van pirsan, têgihiştina dewletê ya der heqê PKK'ê de afirandiye, dişikînin. Dokûmanter wê di çarçoveya 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navneteweyî de di 12'ê Nîsanê de li Atlas Sînemayê were nîşandan. Beriya nîşandana dokûmanterê Mavîoglû ji ANF'ê re axivî.

Projeya dokûmantera Bakur, piştî hevpeyvîna we ya li gel Bahoz Erdal derket holê?

Belê, dema ji bo rojnameya Bîrgun min bi Bahoz Erdal re hevpeyvînek dikir, min got ku di dema vekişînê de şert û merc gundaw in, em dixwazin li qada Bakur dokûmanterekê amade bikin. Ji ber ku Bahoz di vê mijarê de bi tena serê xwe biryarê nade, destpêkê her çend li dij derket jî piştî hefteyekê bersiva erênî hat. Ji bo xebata dokûmanterê ekîbek diviyabû û dem dema berxwedana Parka Gezî bû. Der barê mijarê de bi Çayan Demîrel re em li parka Gezî axivîn. Qet ji bîra min naçe, bêhna gazê ji me herduyan dihat. Piştî ku Çayan got ku di projeyeke bi vî rengî de ew ê gelekî kêfxweş be ku bi min re bixebite, ji bo em li ser çawaniya fîlm biaxivin, em daketin jêrê. Li wir me li hev kir ku bi Bahoz Erdal re hevpeyvînekê bikin û me biryar da ku fîlm xebateke serbixwe be. Bahoz Erdal bi tenê ji me rîca kir ku dîmenên ewlekariyê bixin nava xeteriyê, koordînatan diyar bike, nekişînin. Û me dest bi karê xwe kirin.

DI ŞERTÊN ÇIYÊ DE ME ZEHMETÎ KIŞAND

Ev xebat çend mehan dewam kir û bi çi rengî pêk hat?

Sê mehan em li qadê man. Li nuqteyên cuda yên Dêrsim-Amed-Botanê bi giştî 45 rojan em man. Di nava vê demê de bi şev û roj em bi gerîla re man.

We zehmetî kişand?

Bêguman me zehmetî kişand. Ji ava me vexwar jî em nexweş ketin. Ji ber ku gerîla avê mîna ya li bajêr nabêje ev gemarî ye ev paqij e. Dema pêwîstî pê hebe, ava beq tê de hebe jî weke ava paqij tê dîtin. Ji ber ku av ne paqij be beq jî wê bimire. Gerîla bi giranî bala xwe didinê ku bi jehr e yan na û bedena wan jî bi rastî hînî vê bûye. Mînak kelmêşên çiyê naşibe kelmêşên normal. Dema bi mirovan vedide, her dera mirov diwerime. Gelekî dimeşin û dema radizên ji bo xwe ji Heronan biparêzin xwe bi tenteyên kamûflajê dinixumînin. Bêguman jiyana di vî şertî de zehmet bû ji bo me. Lê belê ji bo fîlm diviyabû me bikira. Em bi biryar bûn û ji bo kişandina dîmenan me bi vîna xwe re ev şert û mercên zehmet derbas kirin.

SEKNEK LI DIJÎ NÊRÎNA SERDEST!

Dema mirov li dokûmanterê temaşe dikin li ser têgînên mirin, çiya, jin, azadî, otorîte-dewlet tê rawestîn û hûn van mefhûman bi çavên gerîla vedibêjin. Hûn dikarin sedema vê vebêjin?

Di vê dokûmanterê de ji îdeolojiya PKK'ê wêdetir me xwest sekneke li dijî nêrîna serdest nîşan bidin. Mînak PKK ji aliyê dewletê ve weke rêxistineke qetlîamkar tê nasandin. Lê belê li hemberî vê em behsa tevgereke Kurd a li komkujiyê rast hatiye dikin. Bêjin 40 hezar mirî û bi carekê ve windahiyên gerîla ve ji nedîtî hatin, ne watedar e. Ji wî 40 hezarî zêdeyî 30 hezar gerîla bû. Ji ber vê yekê me mirin û goristan nîşan dan. Mirov mirine lê cenazeyên wan winda ne. Di ema vekişîn û agirbestê de derfet derketin holê ku cenazeyên hevalên xwe bibînin û bînin goristanên navendî. Lê belê dewlet hînê nikare xwe li vê jî rabigire. Li yek ji van gorisatnan, ji ber ku peykerê Egîd (Mahsûm Korkmaz) hat çikandin, dewletê li hemberî goristana li Liceyê operasyon pêk anî. Her wiha li hemberî merasîmên vekirinê yên goristanên gerîla yên li qada Botanê jî operasyon meşandin. Ji ber vê yekê mirin mijareke gelekî girîng bû û di destpêkê de me li ser vê sekinînin. Mijara Jinê, ji ber ku cudahiya herî mezin a PKK'ê ji hemû rêxistinên çekdar ên li cîhanê ye, bêguman em li ser mijara jinê rawestiyan. Di mijara otorîte-dewlet de jî, me nêrînên li ser pênasekirina tevgera Kurd a weke cihêkar nirxand. Ev xebat bêguman nikare her tiştên PKK'ê vebêje. Ji xwe armanceke xwe ya bi vî rengî nebû. Lê belê me bi taybetî hewl da mijarê ku ji bo dewletê bûne kelûmelên antî-propagandayê, binirxînin.

We ji jiyaneke çawa re şahidî kirin?

PKK rêxistinbûyîneke ku min berê nas dikir. Lê belê jiyana gerîla ya li çiyê ava kiriye bandor li min kir. Hemû kampên gerîla mîna kewarên mêşên hingiv bûn û ez ti carî nebûm şahid ku kesî ferman dida kesî. Her kes di nava jiyana komunal de dizane çi wezîfe dikeve ser milê wî/ê û wezîfeya xwe bicih tîne. Ya herî girîng jî kes ji ber karê dike na êş e. Xwezayiya jiyanê û pejirandina jiyana komunal, bi rastî jî ji bo min rastiyeke bi bandor bû.

HEBÛNA GERÎLA GARANTIYA GEL E

Di vê dokûmanterê de nuqeteyeke din a balkêş dilsoziya gerîla ya bi çiyê re ye. Em vê yekê di vekişînê de dibînin. Di terikandina çiyê de gelek zehmetî kişandin?

Dema Mûrat Karayilan der barê vekişînê de daxuyaniya destpêkê da gotibû, 'Em zehmetiyan dikşînin yên asta navîn îqna bikin'. Em jî di wê demê de li wir bûn. Di meha Tîrmehê de em li Dêrsimê bûn û me dît ku ne tenê gerîlayên di asta navîn de, ti ji gerîla naxwazin biçin. Ji ber ku ji bo gerîla çiya jiyan bi xwe ye. Hinek radibin behsa daxistina ji çiyê, rehabîlîtekirinê dikin. Lê belê wan ji xwe jiyana xwe li ser çiyê ava kirine û li ser çiyê kûrbûneke felsefî derxistine holê. Ev kûrbûna felsefî ne tiştekî bê terikandine ji bo wan. Ji ber vê yekê, bêguman naxwazin biçin. Lê belê li aliyê din rastiyeke ib vî rengî heye: Gerîla ji bo edalet û gel hêmaneke hevsengiyê ye. Hûn jî dizanin di navberê de 40 sal derbas bûn û di nava van 40 salî de dewletê eşîrên li wir kir dijmin. Bi salan eşîrên destekê didin cerdevanan, JÎTEM'ê derketin holê. Lê belê di nava demê de hevsengî ava bû. Êdî eşîreke ku yekser li hemberî PKK'ê şer dike nîne. Lê belê dema pêvajoya vekişîna PKK'ê destpê kir, di nava beşek ji van eşîran de tevgerekê xuya kir. Eşîran ji nû ve dest bi xeracê kir ji gel. Dîsa dest danîn ser axa gel û gerîla jî careke din dest li vê rewşê werda. Yanî ev derdor çûyîna gerîla ji xwe re weke firsendê dibîne û dixwaze sîstema feodal ji nû ve zindî bike. Ji ber vê yekê hebûnag erîla di heman demê de ji bo herêmê û gel hêmaneke garantiyê ye. Lewma gerîla jî naxwaze bi hêsanî dest ji wir berde. Ya ku min dît; niyeta daketina ji çiyê nîne û ji xwe sedema vê jî nîne. Gerîla wê rewşa azadiyê ya li çiyê bi dest xist, wê asta oksîjenê ya bi dest xist, eger li deştê jî bibîne û bi dest bixe, hingî dikare dakeve.

GERÎLA JI ALIYÊ ESASÎ VE BI TENÊ JI OCALAN BAWER DIKE!

Der barê pêvajoya çareseriyê, danîna çekê û nêzîkatiyên AKP'ê de nêrînên wan çi ne?

Beriya her tiştî meyla giştî ya li nava PKK'ê ne tenê têkoşîna li Tirkiyeyê, ya çar parçeyên Kurdistanê ye. Mînaka vê ya herî baş jî Kobanê ye. Ji ber ku Kurd bi çar parçeyan hatine parçekirin û li çar welatan şer dikin, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê biqede jî ev yek wê neyê wateya bêçekbûyîna PKK'ê. PKK wê weke hêzeke çekdarî hebûna xwe dewam bike. Di nava Tirkiyeyê de bêçekbûyîn çêbibe jî ev yek nayê wateya bêçekbûyîna tevgera neteweyî ya Kurd. Gerîlayên PKK'ê di vê pêvajoyê de ji aliyê esasî ve ji Abdullah Ocalan bawer dikin û destnîşan dikin ku divê hikûmet gavê biavêje.

LI WELATEKÎ KU GOTINA GERÎLA BI XWE SÛC E...

Bi dîtina we, gelên Tirkiyeyê gerîla nas dikin?

Na nas nakin. Ji ber ku bi qasî ku ji wan re hatiye gotin, dizanin. Li welatekî ku bilêvkirina gotina gerîla jî sûc e bifikirin. Li welatekî bi vî rengî nikarin gerîla nas bikin. Bifikirin, ji ber ku gotine Birêz Ocalan mirov li girtîgehan hatine ragirtin.

Bi dîtina we, ev dokûmanter wê vê têgihiştina dewletê afirandiye, bişikîne?

Bêguman ez mîsyonan li dokûmanterekê nakim û nizanim ku ev yek wê rê li ber kîjan encaman veke. Lê belê eger mirov bi pêşhukman lê temaşe nekin, wê bibînin ku gelek tiştên heta roja îro dizanîbûn, şaş in.

GALAYA BÊ ÇAYAN NE GALA YE

Derhêner Çayan Demîrel ku we bi hev re ji bo dokûmanterê kedeke mezin dan, krîza dil derbas kir û niha di servîsa lezgîn de ye. Rewşa wî çi ye?

Piştî bi dawîbûna fîlm, bê şensiyeke bi vî rengî hat serê Çayan. Ji ber spazma dil, mejiyê wî bê oksîjen ma. Xisar hene, lê roj bi roj refleksê nîşan dide û ber bi başiyê ve diçe. Bêguman rewşa wî em gelek êşand. Bi Çayan re me xwest Galayê li Amedê bikin. Lê belê piştî vê bûyerê, em neçar man galayê betal bikin. Ji ber ku ji bo min, ji bo ekîbê jî galayek bi beşdariya Çayan wê şahiyek bûya. Em li benda rehetbûna hevalê xwe ne.

Hûn difikirin di salên pêş de Bakur li sê parçeyên din ên Kurdistanê temam bikin?

Niha pirtûka vê dokûmanterê dinivîsînim. Piştî ev qediya, çima nebe. Bêguman gelekî dixwazim.