Ji bo girtiyê nexweş banga alîkariyê
Ji bo girtiyê nexweşê penceşêrê banga alîkariyê
Nexweşê ku teşhîsa pençeşêrê lê hatiye kirin û dîsa serbest nayê berdan Mete Diş, banga alîkariyê kir û xwest ku her kes di 19'ê Adarê de tev li rûniştina doza wî bibin.
Girtiyê bi navê Mete Dîş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê dimîne, li gel teşhîsa nexweşiya penceşêrê lê hatiye kirin, dîsa serbest nayê berdan. Dîş ku rakirin beşa lezgîn û penceşêra tîmorê di hêgên wî de derketin emeliyet kirin. Doktoran diyar kirin ku, gumana ku penceşêr li bedena Dîş belav bibe jî heye û sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kartalê kirin.
Parêzerên girtî Dîş bi raporan serî li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin. Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê dimînin diyar kirin ku, li gel dixtoran teşhîsa penceşêrê daniye û nexweşiya wî girane jî Dîş serbest nayê berdan.
Girtiyan di derbarê rewşa Dîş de nameyek ji DÎHA re şandin diyar kirin ku, Dîş di 19'ê Kanûna 2010'an de dema komkujiya 19'ê kanûnê şermezar dikir hat girtin û wiha gotin: "Dîş bi îdîaya endamê rêxistinê tê darizandin. Di 19'ê Adarê de li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê rûniştina doza wî heye. Mete piraniya cezayê xwe raza ye. Em bang li her kesî dikin ku di roja rûniştina dozê de tevlî rûniştinê bibin. Em ji heyeta dadgehê jî dixwazin ku bêyî destûr bidin mirina Mete wî serbest berdin."