1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan
Ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan,ji,bo,girtiyên,nexweş,kampanya,îmzeyan

Ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan

A+ A-

13:10 04.10.2013 1 / 2 AGIRÎ (DÎHA) - Nûnertiya Bazîdê ya TUHAYD-DER'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanya berdewam dike.

Nûnertiya Bazîdê ya TUHAYD-DER'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û şert û mercên girtiyan bên başkirin kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanya ku dabûn destpêkirin her ku diçe belav dibe. Niha jî li Qers, Agirî Patnos û Erdexanê kampanya berdewam dike Nûnertiya Bazîdê ya TUHAYD-DER'ê têkildarî kampanyayê li avahiya xwe daxuyanî da. Nûnerê Bazîdê yê TUHAYD-DER'ê Mehmet Bozkurt, diyar kir ku wan ji bo rewşa girtiyên nexweş li Qers, Îdir, Agirî, Patnos û Bazîdê kampanya dane destpêkirin û armanca dikin ku 300 hezar îmze kom bikin. Bozkurd, anî ziman ku heta niha wan 100 hezar îmze komkirine û dê kampanya wan berdewam bike. Bozkurt, xwest hemû girtiyên nexweş û siyasî serbest bên berhdan û ji hikûmetê xwest ku êdî bi pakêtên vala gelan nexapine.

(mae)