Ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan hate kirin
A+
A-
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Gulşen Ozbek û Selvî Tunç ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Heke bersiveke erenî ji Girtîgeha Îmraliyê bê parêzer dê sibê biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Serledanên parezêrên Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeyê", "Rewşa hewayê nebaş e", "Keştî di tamîrê de ye" û "Evrak kemin" tê astengkirin.
(bd)
Bêjeyên Miftehî ji,bo,hevdîtina,ocalan,serlêdan,hate,kirin