1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo hevrûbûnê divê komkujî ronî bibin
Ji bo hevrûbûnê divê komkujî ronî bibin,ji,bo,hevrûbûnê,divê,komkujî,ronî,bibin

Ji bo hevrûbûnê divê komkujî ronî bibin

Turk: Ji bo hevrûbûnê divê komkujiyên li Kurdistanê ronî bibin

A+ A-

Komxebata "Kujtiyên Nediyar û Winda" ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk ve hate amadekirin dest pê kir. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku bi sergirtina dema şer û xwînrijandinê hevrûbûna rastiyan pêk nayê û wiha got: "Ger ku em Tirkiyeke demokratîk dixwazin divê berî her tiştî rastî bên ronîkirin. Divê berî her tiştî êşên li ser axa kurdan û Kurdistanê û komkujiyên li ser vê axê bên ronîkirin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li salona resepsiyonê ya Parka Sumerê ya "Kujtiyên Nediyar û Winda" dest pê kir. Di komcivînê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku li Tirkiyeyê êşên gelek mezin pêk hatine û divê berpirsiyarê vê êşê bê ronîkirin. Turk, da zanîn ku ger ew windayan ronî bikin û kujerên nediyar bidarizînin, dê karibin pêşerojek demokratîk ava bikin.

'Her dem fatûreya bi serê kurdan de diteqe

Turk, da zanîn ku ger hestewariyek bi civakê re pêş bikeve û lêpirsînek bê destpêkirin dê hin rastî ronî bibin û wiha got: "Em hemû baş zanin ku bi sergirtina rastiyan demokrasî pêş nakeve. Li Îspanya, Îtalya û Şîlîyê bi ronîkirina rastiyan demokrasî pêş ket. Heta ku çeteqên qirêj ronî nebin û rastî aşkere nebin demokrasî pêş nakevin. Ji avakirina komarê heta niha kurdan gelek êşên mezin kişandin. Ji ber ku kurd her tim di çavê pergala dewletê de wekî kesên talûke hatin dîtin. Her tim bawer kirin ku pirsgirêkan bi perçekirin, bê vînhiştin, girtin û kiştina kurdan çareser bikin."

'12'ê Îlonê ji bo kurdan bû felaket'

Turk, anî ziman ku serdema 12'ê ÎLona 1980'an ji bo kurdan bû serdema felaketê û wiha got: "Li Zindana Amedê hovîtiyek gelek mezin pêk hat. Şahid, mexdûrên vê yekê hene. Kesên ku piştî darbeya 12'ê Îlonê ji girtîgehê derketin êdî ji her tiştî ditirsiyan. Polîtikayên 12'ê Îlonê îro jî berdewam dike. Lê Têkoşîna Azadiya Kurdan rê li pêşiya vê yekê girtiye û vîna kurdan mezin dike. Hişmendiya netewbûna kurdan pêş xist."

Turk, da zanîn ku polîtîkaya înkar û îmhayê ya li dijî kurdan hêjî berdewam dike. Turk xwest êşên ku li ser axa kurdan hatine meşandin û berpirsiyar yek bi yek bê ronîkirin. Turk, xwest Cemal Temîzoz û Atilla Ugur ji gel bê pirsîn û berpirsiyarê hemû komkujiyan bên darizandin û cezakirdin. Turk, da zanîn ku heta niha 224 gorên komî hatine ronîkirin û di van goran de hestiyê aydî 3 hezar û 8 mirovan hatiye dîtin.

Komcivîn dê li ser mijarên "rastiya faîlên nediyar û rastiyan", "Astengiyên li pêş lêgerîna mexdûran a edaletê" û "Berpirsiyariya civakî siyasî û îdarî" bên niqaşkirin.

(mae)