1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji bo hişê kolektîf Muzeya Bajar tê vekirin
Ji bo hişê kolektîf Muzeya Bajar tê vekirin,ji,bo,hişê,kolektîf,muzeya,bajar,tê,vekirin

Ji bo hişê kolektîf Muzeya Bajar tê vekirin

A+ A-

DÎCLE MUFTUOGLU

AMED (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ji bo dîrok, çand û jiyana bajêr bigihîjîne gel Muzeya Bajar vedike. Dê muze di Konaxa Cemîl Paşa ya 125 salî de vebe û di muzeyê de peyama 'Em hişê bajêr bi hev re çêkin' bê dayin. Midurê Daîre ya Turîzm û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin Muharrem Cebe, xebatên Muzeya Bajar nirxan û diyar kir ku nêzî 5 sal e xebatên avakirina muzeyê berdewam dike û aşkera kir ku Şaredarî destpêkê Konaxa Cemîl Paşa ya kevin û mezin standiye û hêjî xebatên restorasyonê berdewam dike.

Cebe bi bîr xist ku ji bo hişê bajêr ava bikin muze li cihek girîng e û wiha got: "Em bi muzeyê dîroka gel û dîroka bajêr tînin gel hev. Muzeyên bajar bi vî awayî tên zanîn. Çanda ku li bajar hatiye jiyîn, li bajar tiştên ku hatine jiyîn û buyer di muzeyan de tê temsîlkirin. Di aliyê çandê de jî der barê jiyana mirovan de di muzeyê de cihê xwe digire. Dê xwarinpeş, muzîk, cil, bajêr, huner û çand jî di hundirê muzeyê de cihê xwe bigire. Dê dîroka Konaxa Cemîl Paşa, tiştên ku Cemîl Paşa û malbata wî jiyane di muzeyê de cihê xwe bigire."

Cebe da zanîn ku amûrên ku di muzeyê de bên teşîrkirin, di muzeyê de hatiye sererastkirin û ji bo tevkariyê bidin muzeyê alîkarî ji welatiyên ku li Amedê dijîn û berê jiyane xwest û wiha domandi: "Em alîkariyê bi taybetî jî ji gelên suryanî û ermeniyan ku berê li vir jiyane dixwazin. Ji bo ev muze ve be û çanda wan li vir bê temsîlkirin, bil acil, wêne, pûl û belgeyên wê demê bînin vê muzeyê. Em ê bi vê muzeya ku li Konaxa Cemîl Paşa hatiye vekirin, eserên wê demê ji hemû cîhanê re bidin naskirin."

Cebe bi lêv kir ku muzeya li Konaxa Cemîl Paşa û Dêra Eremeniyan Surp Girigos ku bê vekirin, dê heta dawiya salê xebat bi dawî bin û muze bê vekirin. Cebe diyar kir ku Muzeya Dêra Dayika Meryem jî di sala 2014'an de bê vekirin.

(aw/lg)