Ji bo jinan adresa yekemîn Sosin
10:40 14.01.2014 1 / 5 SAMÎ YILMAZ
COLEMÊRG (DÎHA) - Navenda Şêwirmendiya Jin a Sosin ku li Geverê xebatan dimeşîne, bûye navenda jinên rastî şîddetê tên û mexdûr dibin. Rêvebera Navenda Şêwirmendiyê ya Jin a Sosin Saîme Akgul girîngiya piştevaniya jin anî ziman û wiha got: "Divê li hember her pirsgirêkê em hevdu fêm bikin û piştgiriya bidin hev. Divê em deşîfrekirina şîddeta dewlet û zilam bikin karê xwe."
Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Sosin ku di bin banê Şaredariya Geverê de xebatan bi rê ve dibe ji meha Adarê ve; der barê mijarên wek, şîddeta li hember jinê, şîddeta dewleta mîlîtarîst, qetilkirinên jinan, tacîz, tecawiz, mêtinkariya kedê, cihêwaziya nasnameya cins, zewaca di temenekî biçûk de, berdelî, hêwî, qelen û şîddeta aborî de xebatan bi rê ve dibe. Di 9 mehan de 34 jinan têkildarî şîddetê, jinekê têkildarî tecawizê û 6 jinan jî têkildarî tiryakê ji bo alîkariyê serî li komeleyê dane. Xebatkarên Navenda Şêwirmendiyê ya jinan a Sosin herî dawî ji bo piştgiriya bi zarok û hevserên Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bemal Topçuyên di meha Kanûnê de bi gulleyên polîsan hatin qetilkirin re xebatan dimeşînin.
'Jin li hember şîddetê berxwedanê hildibijêrin'
Sosyologa Navenda Şêwirmendiyê ya Jin a Sosin Elîf Karaman diyar kir ku di 9 mehan de gelek xebat bi rê ve birine û anî ziman ku dixwazin bi komeke ji 3 kesan bigihêjin tevayî jinên li navçeyê. Karaman da xuyakirin ku der barê encamên şîddeta dewletê de jî ji bo navenda wan serîlêdan çêdibin û bal kişand ser hevserên Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bemal Topçu yên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û axaftina xwe wiha domand, "Mînaka şîddeta dewletê ya herî berbiçav a li hember jinê ev her sê jin in. pirsgirêka zarokên wan a mezinkirina bi awayekî bêyî bavên wan, xwendin û tevlîbûna wan a ji jiyanê re heye. Ev jinên ku bî man û ducanî ne, dema wan zarokan mezin bikin jî wê şîddetê bibînin. Ev zarok û jin bi awayekî zêde rastî şîddeta dewletê hatin."
Rêvebera Navenda Şêwirmendiyê ya Jin a Sosin Saîme Akgul jî diyar kir ku ji serîlêdanên ku ji bo navenda wan çêdibin de ji sedî 40 ji ber pirsgirêkên ku di temenekî biçûk de di malê de rastî destdirêjiya cinsî tên. Têkiliya ensest a di nav malê de pirsgirêkên wek bi kesê naxwaze re zewicandin û reva ji malê bi xwe re tîne. Divê jin vê rewşê vebêjin."
'Şaredartiya jin xebatên me hêsan dike'
Akgul girîngiya piştevaniya jin anî ziman û got, "Divê li hember her pirsgirêkê em hevdu fêm bikin û piştgiriya ji hevdu re hedef bigirin. Divê em deşîfrekirina şîddeta dewlet û zilam dewam bikin. Bi taybet ji ber şaredartiya jin li navçeyê heye û hebûna endamên jin di meclîsa şaredariyê de bandoreke mezin dike. Vê jî xebatên me hêsan kiriye."
(yş/mae)