1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji bo jinan bernameya perwerdehiyê
Ji bo jinan bernameya perwerdehiyê,ji,bo,jinan,bernameya,perwerdehiyê

Ji bo jinan bernameya perwerdehiyê

A+ A-

ŞERMÎN SOYDAN Weqfa Plansazî û Tendurîstiya Malbatê ya Tirkiyeyê di çarçoveya "Bernameya Perwerdehiyê ya Tendurîstiya Jina" de li Wanê bi saziyên jinan re hate cem hev. Koordînatorê Bernameya Perwerdehiya Tendurîstiya Jinan Eylem Karakaya, têkildarî civîna saziyên jinan ên Wanê û herêmê tevlî bû de agahî dan û diyar kir ku heya niha li bajarên weke Stenbol, Mêrdîn, Amed û Rihayê perwerdehî dan. Karakaya, anî ziman ku li herêmên xizmeta dewletê lê tuneyî xebatan dimeşînin.

Weqfa Plansazî û Tendurîstiya Malbatê ya Tirkiyeyê di çarçoveya "Bernameya Perwerdehiyê ya Tendurîstiya Jina" de li Wanê bi saziyên jinan re hate cem hev. Saziyên jinan ên li Wanê VAKASUM, Komeleya Jinan a Saraya, nûnerên saziyên jinan ên Cîzîr, Mûş û Bazîdê tevlî xebat perwerdehiyê ya ji 10 rojan pêk tê bûn. Xebata perwerdehiyê ya li nêzî 15 bajaran hate lidarxistin, bi hevkariya saziyên jinan û rêveberên herêmî re di 24-28'ê îlonê û 15-19'ê cotmehê de li Salona Konferasê ya Otele Merît tê lidarxistin. Di xebata perwerdehiyê ya 18 jin tevlîbûn de mijarên paqijî, xwedîkirin, zayendîtî, ragihandin, zayîn û mafan de nîqaş tên kirin. Di Bernameya Perwerdehiyê ya Tenduîstiya Jinê de ji hemû jinan re bêyî cudahî dixwaze di mijarên tenduîstî û zayendîtiyê de jina zanist bike. Koordînatorê Bernameya Perwerdehiya Tendurîstiya Jinan Eylem Karakaya, têkildarî civîna saziyên jinan ên Wanê û herêmê tevlî bû de agahî dan û diyar kir ku heya niha li bajarên weke Stenbol, Mêrdîn, Amed û Rihayê perwerdehî dan û wiha got: "Bêyî zirarê bidin jinan ji hemû jinan re em li herêmê ji jinan re bi kurdî, erebî û tirkî perwerdehiyê didin."

'Ji bo jin mafên xwe bizanin em ev herêm hilbijartin'

Karakaya, da zanîn ku ji sala 2010'an heta niha xebatên perwerdehiyê dikin û wiha axivî: "Salê herî kêm bi 2 bernameya perwerdehiyê em derdikevin rê. Em namzetên hindekariyê hildibirêjin wisa digirin. Ligel gelek nû ye dê bi lez belav dibe. Di nava 2 sal nivîn de em gihiştin 2 hezar û 500 jinan. Ji me re dildarî esas e. Sazî ji bo vê yek pere dide. Rêxistinên sivîl ên civakî ji bo vê yekê tu pere nagirin. Ji ber ku bandora jinan dizanin jina dişînin û dixwazin di xebatên xwe de bidin xebitandin." Karakaya, bilêv kir ku ew cudahiya herêman nakin û herêmên di xizmetê de pirsgirêkê dijîn, herêmên weke Herêma Rojhilat, Herêma Rojhilatê Başur û Herêma Deryaya Reş a Rojhilat xebatan dimeşînin. Karakaya, destnîşan kir ji bo jin mafên xwe bizanin ev herêmê hilbijartin û wiha pê de çû: "Ji bo daxwaza jinan a xizmetê pêk bê em li Wanê dest bi xebatê kir. Li cihî tu xebatên jinan nehatin kirin rêveberên herêmî piştî vê bernameyê navendên jinan avakirin. Ev yek geşedanekî girîng e."

Armanc cudahiya jinê afirandin e

Karakaya, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em hewildidin ku tevlî civînên konseyên bajar û Yerel gundeman bibin. Em dixwazin bernameyên perwerdehiya jinê di xebatên wan de bi cih bikin. Ji bo ku em cudahiya jinê zêde bikin em vê xebatê dikin. Divê saziyên xebatên jinan dikin bêtir zêde bibin. Divê li ser pirsa jin çima şîdetê dibîne? bê rawestandin. Sedema vê yekê nasnameya zayendî ya jinê heye û bandora ramana zilam a li ser civakê ye. Ji bo ku jin xwe bîne ziman divê bi xwe derfetên xwe pêk bîne. Divê ji bo jinê rewş bê amadekirin. Jin bi vê yekê xwedî baweriyê dibin. Êdî gotinên jinan ên 'Êdî ez zayendîtiyê kefş dikim. Ez xwe bê qîmet hîs nakim.' Ev yek encamên gelek keyfxweş in."

(bd/mae)