Ji bo jinan perwerdahiya kurdî
Ji bo jinên maxdurê erdhejê xizmeta perwerdahiya zimanê dayikê
ŞERMÎN SOYDAN
WAN (DÎHA) - Piştî du erdhejên Wanê yên mezin jinên ku çadir û konteyneran de tekoşîna jiyane didin, di nav hewldana hînbûna zimanê dayikê de ne. Mala Perwerdahiya Samî Dînç bi piştgiriya VAKASUM'ê perwerdahiya zimanê dayikê didin 12 jinên tevlî kursa nivîs û xwendina kurdî bûn.
Li Wanê jinên ku piştî du erdhejên mezin li çadir û konteyneran tekoşîna jiyan didin niha jî ketin nav hewldanên hînbûna zimanê dayikê. Jinên ku saziyên sevîl yên Duhokê û karsazên ku bi Şaredariya Wanê malên prefabrîk dimînin temelên serkeftinek din datînin. Mala Perwerdahiya Samî Dînç bi piştgiriya VAKASUM'ê perwerdahiya zimanê dayikê didin 12 jinên tevlî kursa nîvs û xwendina kurdî a ku 1 tîrmehê dest pe kir bûn. Di qursa ku 12 jinên temênê wan 15 û 50 tê guhertin du mamostê heye. Kursa ku rojên Seşêm, Çarşem û înê her roj 3 seat tê dayîn dê di nav 3 meha bê dawî kirin.
'Emê piştgiriyê bidin jinan'
Mamosteyê qursê Funda Yaman, diyar kir ku serî de jinan nîvs û xwendinê zehmetî kişand lê piştre ketin nav hewldanan de û kemasiyên xwe ji holê rakirin. Yaman, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me serî bi tîpan dest pê kir em niha hatine asta hevokan. Armanca ewê ku asta perwerdahiya jinan bigihînin astekî bilind." Yaman, bilev kir ku perwerdahiya zimanê dayikê ji bo jinan xwe bawerî û xwe bi azadî îfade bikin hate amadekirin û wiha berdewam kir: "Em ji bo jiyana jinan ya rojanê be hesankirin em li virin. Emê li herderî piştgiriyê bidin jinan."
'Bila her kes fêrî zimanê xwe bibe'
Qursiyera bi navê Gulten Macît (33) diyar kir ku li dijî heman zehmetiyê ew hînbûyê zimanê dayikê. Macît wiha got: "Min berê kurdî nizanî. Min zimanê xwe ye dayikî nizanî. Lê niha ez dinivîsim û dixwînîm. Ger mirov bixwazê dê hîn bibe. Divê hemû kes ji bo zimanê dayikê hîn bibe bikevê nav hewldana."
'Zimanê dayika xwe îhmal nekin'
Kubar Dara (32), da zanîn ku ew bi 6 zarokên xwe şert û mercên jiyan kirin. Dara, daxuyand ku derfetên baş ji wan re tên amedekirin û wiha pedê çû: "Li vir derfetên xweş ji merê tên amedekirin. Em qursê de zimanê dayika xwe hîn dibin. Min kurdî dixaviya lê min nizaniya binivîs. Ez banga hemû jinan dikim bila bên zimanê xwe hîn bibin."
(dt/mae)