1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji bo jinên girtî pirtûk hatin berhevkirin
Ji bo jinên girtî pirtûk hatin berhevkirin,ji,bo,jinên,girtî,pirtûk,hatin,berhevkirin

Ji bo jinên girtî pirtûk hatin berhevkirin

Komeleya Nivîskarên Jin di 3'yemîn fûara pirtûkan de ji bo jinan pirtûk berhev kirin

A+ A-

Komeleya Nivîskarên Jin di 3'yemîn fûara pirtûkan de ji bo jinan pirtûk berhev kirin. Berdevka komeleyê Sevîm Korkmaz Dînç bang li her kesî kir ku tevlî kampanyaya bi armanca piştgirî dayîna jinan destpêkirine bibin.

Komeleya Nivîskarên Jin ji bo balê bikişîne ser girtinên demên dawiyê di 3'yemîn fûara pirtûkan de ji bo jinên girtî pirtûkan berhev dikin. Komeleyê daxuyand ku bi armanca rolê pira di navbera hundir û derve de bilîze dest bi vê kampanyayê kirine. Berdevka Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç der heqê kampanyayê de agahî dan û diyar kir ku di demên dawiyê de li ser jinan pêkûtiyên dijwar pêş ketine. Dînç anî ziman ku ji bo ew balê bikişînin ser girtina jinan dest bi vê kampanyayê kirine û da zanîn ku gelek jin ji ber nêrînên xwe hatine girtin. Dînç got; "Jinên li girtîgehan ji xwendinê hatine dûrxistin, di destên wan de pirtûk nîn in. Pirtûkxaneyên li girtîgehan bisînor in. Lewma me xwest em piştgiriyê bidin hevalên xwe yên jin û di navbera hundir û derve de rolê pire bilîzin. Me ev kampanya ji Amedê destpê kir. "

'Dema ku pirtûk ketin girtîgehan dê cîhana jinan ronî bibe'

Dînç banga piştgirî dayîna kampanyayê li jin û mêran kir û wiha axivî: "Ji her devereke Tirkiyeyê dikarin pirtûkên bi her awayî bigihînin me. Ji bo pirtûkek cîhanek e. Dema ku ev pirtûk ketin girtîgehan dê cîhana jinan ronîtir bibe. Ji pirtûkên di destê xwe de heta kovaran her awayê pirtûkan dikarin bigihînin me. Ji ber ku em li dijî ji ber fikir û ramanên xwe girtina mirovan in me xwest em kampanyayeke bi vî rengî pêk bînin."

Dînç bibîr xist ku wekî Komeleya Nivîskarên Jin ev 3 sal in bi heman armancê gelek kampanya destpê kirine û der heqê kampanyayên lidar xistine de ev agahî dan: "Me bi projeya bi navê, 'Jin bîranînên xwe yên 12'yê îlonê vedibêjin' hewl da ku em dengê jinê bidin bihîstin. Dîsa me bi tevlîbûna 120 jinan kampanyaya bi navê; 'Jin bi wêjeyê re hev dibînin' da destpêkirin. Di nava vê kampanyayê de jinên ku dikarin binivîsînin jî hene. Em dixwazin nêrîn û fikra jinê bi riya nivîsê jî bidin bihîstin."

'Bila herkes bikaribe bi zimanê xwe binivîsîne'

Dînç destnîşan kir ku wan dest bi weşana kovara wêjeyî ya bi navê; "F adında bir kadın düşün" (Jineke bi navê F bifikire) kirine bal kişand li ser girîngiya ziman. Dînç bi van gotinan dawî bi axaftina xwe anî: "Em dixwazin hemû kes di nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî de azad be. Ji ber ku herkes dikara ancaq bi zimanê xwe yê zikmakî xwe vebêje. Di vê projeya me de pirzimanî heye û ev jî dewlemendî ye. Em alîgirên parastina pirzimaniyê ne."

(ak)