1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Ji bo jiyanê xwe didin ber mirinê´
´Ji bo jiyanê xwe didin ber mirinê´,ji,bo,jiyanê,xwe,didin,ber,mirinê

´Ji bo jiyanê xwe didin ber mirinê´

'Ciwanên kurd ji bo polîs leşker û gerîlla nemirin bedena xwe didin ber mirinê'

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP Selahattin Demîrtaş, di mîtinga Edeneyê ku bi 10 hezaran kes beşdar bûn de diyar kir ku zêdeyî 600 ciwanên kurd ji bo leşker, polîs, gerîlla û ciwan neyên kuştin bedena xwe dane ber mirinê û xwest hikûmet bi lezgîn gavan bavêje.

Bi 10 hezaran kes beştarî mîtînga Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku girtiyên PKK'î û PAJK'î di 12'e Îlonê de dest pê kirine û 47 rojin berdewam dike bûn û xwest êdî hikûmet gavên çareseriyê bavêje. Beriya mîtînga ku Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê bi boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku girtiyên PKK'î û PAJK'î di 12'e Îlonê de dest pê kirine û 47 rojin berdewam dike, li taxa Daglioglu bi hezaran kes kom bûn. Bi 10 hezaran kesên ku ji taxên cuda hatin kom bûn pankartên "Azadiya Ocalan azadiya me ye", "Bi Ruhê 14'ê Tîrmehê heta serekftinê berxewdan", "Hûn bixêr hatin paytextê Serhildanê Kurdistana biçûk Daglioglu Brêz Demirtaş." vekirin. Dîsa rengê kesk, sor û zer ku ji 20 metreyan pêk dihat vekirin. Girsê bê navber sloganên "Bijî Serok Apo" "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Di mîtîngê de nûnerên KESK, DÎSK, Yekîtiya Şoreşerên Xwendekar, rêveberên BDP'ê Mersîn, Osmaniye, Hatay û navçeyên wan amade bûn. Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, û parlementerên BDP'ê amade bûn. Mîtînga ku bi 10 hezaran kes beşdar bûn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir.

'Ciwanên bi biryarin heta daxwazên wan pêk neyên dest ji çalakiyê bernadin'

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demirtaş diyar kir ku zêdeyî 600 ciwanên kurd ji bo daxawzên azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwazên demokratîk ên gelê kurd ketine grevê û wiha got: "Li gel vê rastiyê medya tirk û hikûmeta AKP'ê heta niha der barê vê rastiyê de tu gav neavêtiye. Hikûmeta AKP'ê polîtîkayên ker, kor û lalîtiyê dimeşîne. Me heta niha her tim ji bo kuştin pêk neyên û xwîn nerişe xebat meşand. Lê hewldanên me li ber çavan nehat girtin. Em dîsa bang li gelê Edeneyê û rayedarên hikûmetê dikin. Daxwazên ciwanên kurd daxawzên gelê kurd e. Heta ku hûn bibhîzin em dê qêrînên xwe bilind bikin. Em bang li ciwanan bikin jî heta ku daxwazên wan pêk neyên bi biryarin û dest ji çalakiyê bernadin."

'Ji bo we siyaset li ciwanan qedexe kir zêdeyî 600 ciwanan bedena xwe da ber mirinê'

Demîrtaş, anî ziman ku ji ber li ser gelê kurd polîtîkayên înkar û îmhayê tên meşandin, ji ber polîtîkayên qedexeyên ziman, nasname siyaseta demokratîk li ser ciwanên kurd tên meşandin û ji ber li ser vîna gelê kurd tecrîd tê meşandin ciwanan bedena xwe da ber mirinê. Demîrtaş, da zanîn ku ciwan bi saxî tên fedisandin û dixwazin wan bê bêhn bilêlin û wiha got: "Ji bo we rêya siyasetê li pêş kurdan girt, zêdeyî 600 ciwanî niha bedena xwe daye ber mirinê. Ji bo hûn daxwazên gelê kurd nabînin ciwanên kurd ji bo rûmeta xwe û nirxên xwe bedena xwe dide ber mirinê. Divê daxwaza ciwanên kurd baş bê famkirin û qîmet bê dayin. Êdî tehamulê ji greva birçîbûnê ya kurdan re jî nakin. Dibêjin tu kurd e û BDP'î ye emê te bikujin."

Ciwanên kurd ji bo polîs, leşker û gerîlla nemirin bedena xwe didin mer mirinê'

Demîrtaş, da zanîn ku ciwanên kurd ji bo leşker, polîs, gerîlla û sivîl neyên kuştin bedena xwe didin ber mirinê û wiha got: "Ez bang li dayikên leşkeran dikim û dibêjim werin destê xwe bidin destê me û dengê xwe bidin dengê me. Werin em di 30'ê Cotmehê de jiyanê rawestînin. Ger ku wan dest ji canê xwe yê şêrin berda û ji bo me çalakiyek bi vî rengî pêk tînin, em ji ji bo wan jiyanê rawestînin. Ew wê rojê neçin dibistanan. Neçin kar, Jiyanê rawestinin. Keştiya ku diçe Îmraliyê zêdeyî salekê ye xerabe ye. Hêza Wezîrê Dadê ku keştiye çêke tune. Ancak hûn bi çalakiyên xwe keştiyê çêke. Em nabêjin bila parêzer û malbat biçin Îmraliyê hevdîtin pêk bînin. Em dibêjin bila biçin Brêz Ocalan ji Îmraliyê derxin û bînin. Em destûr nadin ku ji girtîgehan tabût derkevin. Heta ku daxwazên wan pêk bên em dê li kolanan têbikoşin. "

Piştî axaftinan bi hezaran kesan xwest meşê pêk bîne. Girseya ku dest bi meşê kir û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" berz kir rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bombeyên gazê û ava şit bikar anî, girsê jî bi keviran bersîv da polîsan. Pevçûn di nava kolanan de belav bû.

(Nûçe Wêne: Zeynep KURİŞ, Hamdullah KESEN)

(mae)